Du nûnerên Kurd di lîsta opozisyonê de bo komîteya destûrê hatin diyarkirin

24-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Opozisyona Sûriyê Komîteya destûr ENKS Nûner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hikûmeta Sûriyê, opozisyona wî welatî jî berbijarên xwe ji bo komîteya dariştina reşnivîsa destûra nû destnîşan kirin. Opozisyona Sûriyê di nava 50 endamên komîteya destûrê de tenê 2 kes weke nûnerên ENKSê diyar kirine.

 

Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê lîsteke bi navê berbijarên xwe ji bo komîteya dariştina reşnivîsa destûra Sûriyê amade kiriye.

 

Lîsteya berbijarên opozisyonê ji 50 kesan pêk tê û ji wan tenê 2 kes kurd in ku nûnertiya ENKSê dikin.


Cîgirê Serokê Itîlafa Opozisyona Sûriyê, Ebdilbasit Hemo têkildarî vê mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ev lîsteya herî dawiyê ye ku tevahiya aliyên opozisyonê li ser wê li hev kirine.

 

Ebdilbasit Hemo herwiha diyar kir, ku her yek ji Zehra Ehmed û Hewas Egîd nûnertiya ENKSê di nav lîsteyê de dikin.

 

Ji bilî her du berbijarên Kurd, navê her du siyasetmedarên Aşûrî Gabiriyêl Mûşê Gewriye û Ebdil-Ehed Sitêfo jî heye.

 

Derbarê nûnerên Kurd ên di nav lîsteya opozisyonê de, Hewas Egîd yek ji berbijarên kurd di nav vê lîsteyê de ji Rûdawê da zanîn, ji bilî ENKS aliyên din ên Kurd ne beşdar in.

 

Hewas Egîd got, di wê komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de 11 kes ji Itîlafa Opozisyonê beşdar in, ku yek ji wan Kurd e. Bi gotina Hewas Egîd, herwiha nûnerekî din ê Kurd jî weke nûnerê ENKSê bi awayekê cuda di komîteyê de cih digre.

 

Li gorî mîkanîzmaya ku şanderê taybet ê Neteweyên Yekgirtî ji bo kirîza Sûriyê Staffan De Mistûra ji bo pêkanîna komîteya destûrî danîne, her yek ji hikûmet, opozisyon û civaka sivîl dê lîsteyeke ji 50 kesan berbijar bikin û ji nav wan 150 kesan dê 45 kes wekî endamên komîteya amadekirina reşnivîsas destûra nû ya Sûriyê bên destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst