Opozîsyona Sûriyê seferberî ragihand

25-08-2018
RÛDAW
Nîşan Idlib Sûriye Şer Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hêza opozisyona Sûriyê ya bi navê “Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê” li Idlibê, seferberî ragihandiye û ketiye amadebaşiyê.

 

Hêza çekdar a opozisyona Sûriyê ya bi navê “Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê”, bi daxuyaniyekê, li Idliba bakurê rojavayê Sûriyê, seferberiya giştî ragihand.

 

Ev amadekariyên hêzên opozisyonê di demekê de ne ku hikûmeta Sûriyê ji bo êrîşa ser Idlibê amadekariyeke zêde kiriye.

 

Di daxuyaniya hêza opozisyonê de tê tekez kirin ku nîşanên nêzîkbûna şerê Idlibê diyar dibin, êdî ew bi awayekî ciddî berê xwe didin tevgera hêzên hikûmetê ya li wan navçeyan.

 

Hêza bi navê “Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê”, dawiya Tîrmeha borî bi alîkariya Tirkiyê, ji yekbûna hejmarek ji grûpên opozisyonê li Idlibê hat damezrandin. Lê Desteya Tehrîr Elşam (Nusre) ya berê, ne di nav de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst