Sûriye: Êrişên Îsraîlê yên li nav axa Sûriyeyê aramiyê têk didin
Hewlêr (Rûdaw) - Sûriyeyê, êrişa leşkerî ya Îsraîlê ya li bajarokê Beyt Cinê yê li bejahiya Şamê, bi tundî şermezar kir.
Operasyonên artêşa Îsraîlê yên li axa Sûriyeyê, herî dawî bi êrişeke li bajarokê Beyt Cinê yê li bejahiya Şamê, cardin ketin rojevê.
Li gorî nûçeya radyoya artêşa Îsraîlê, yekîneyên artêşê li ser vî bajarokê ku nêzîkî 10 kîlometreyan li kûrahiya sînorê başûrê Sûriyeyê ye, operasyonek pêk anî.
Hat îdiakirin ku di dema êrişê de, leşkerên Îsraîlê hin kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi "Hemasê" re heye, desteser kirine.
Di nûçeyê de, derbarê netewe an nasnameya kesên hatine destserkirin de ti hûrgilî nehatin dayîn.
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyeyê
Sûriyeyê, "binpêkariya leşkerî" ya Îsraîlê ya li dijî bajarokê Beyt Cinê bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di encama vê êrişê de ciwanekî hatiye kuştin û hin ciwan hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ev bipêşketin binpêkirineke aşkera ya hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Di heman demê de Peymana Agirbestê ya ku di sala 1974an de hatiye îmzekirin jî bi awayekî eşkere binpê dike.”
Sûriyeyê diyar kir ku “kiryarên bi vî rengî yên provokatîf, aramî û hewlên jinûveavakirinê yên li herêmê têk didin” û bangî Hêza Çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) kir ku di vî warî de berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.
Her wiha di daxuyaniyê de, bang li civaka navneteweyî û bi taybetî li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin û hat xwestin ku li dijî binpêkirinên dubare yên Îsraîlê pêngavên relibergirtinê biavêjin û pabendbûna bi rêgezên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî misoger bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngavên bi vî rengî ji bo parastina ewlehiya herêmî û navneteweyî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse