Heleb (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên taybet ên Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê belav dike û tê de rûniştvanên wê taxê behsa rewşa jiyana xwe dikin.
Li bajarê Helebê, rêbend û xalên kontrolê yên Artêşa Sûriyê û hêzên YPGê hatinûçûna di navbera taxan de bi rêkxistin dikin, û ji bo ku ti arîşe dernekevin li hev kirine.
Li ser rêbendan, nav û nasnameyên nişteciyan ji aliyê Artêşa Sûriyê û hêzên YPG ve tên kontrolkirin.
Hin welatiyên ku ev çar sal bûn ji malên xwe koçber bûbûn, vedigerin û dixwazin rewşa mal û milkên xwe nas bikin.
Hinek welatî pesna reftara li ser xalên kontrolê didin. Hinekên din jî gazinan dikin.
Jineke helebî ku rûniştvana Taxa Şêx Meqsûdê ye, dibêne: "Meş hinekî ji bo me zehmet e û servîs, em ya rast bêjin, herdu aliyan kêmanî nekiriye, lê tenê çûn û hatina li rê ji bo zehmet e û hew. wele nimûne karê min, karê min li wî aliyî ye, eger ez derdora 2 saetan dereng bimînim li ser xala derbasbûnê, ez nikarim derbas bibim. ji ber cihê min yan jî xaniyê min li wir nîne, ez neçar im li mala hevaleke xwe razim, heta ku roja din yan hefteya din vegerim."
Şêx Meqsûd taxeke kurdî ya bajarê Helebê ye ku ji sala 2011ê ve di bin kontrola YPGê de ye.
Jineke din a rûniştvana Taxa Şêx Meqsûdê behsa rewşa jiyana xwe dike û dibêje: "Em gelek kêşeyan li Şêx Meqsûd dibînin. Li vê derbendê hinek zehmetî hene. Eger tu vegerî mala xwe nabe tu tiştekî ligel xwe derxînî. Zehmetiyên pişkinînê jî di vê sermê de hene."
Beşek ji rûniştvanên taxên rojhilatê Helebê ku ji ber şerê vê dawiyê koçber bûn û berê xwe dane Taxa Şêx Meqsûd, behsa wê yekê dikin, ku serederiya hêzên ewlehiyê li gel wan baş e û arîşeyan ji wan re çê nakin.
Zilamek ku ji taxên di bin kontrola dijbereyê de berê xwe daye Taxa Şêx Meqsûd wiha behsa rewşê dike: "Me berê xwe da Şêx Meqsûd, dema em gihan rêbenda artêşê û hêzên çekdar hebû, bi rêzgirtin mamele digel me kirin û em derbaskirin û hîç astengî nebû, em bêhtirê xolekekê neman, paşê em derbasî rêbenda YPG bûn, nasnameyên me wergirtin, û em derbasî hidur bûn, me ji bilî asewarên wêrankirinê pêve nedît ku terorê li şûna xwe li vî welatê delal hişt. Em bi hêvî ne ev rêbend rabin û aştî û aranî li welatê me yê delal belav bibe û em hemû di sersiya yek serkirdayetiyê de bijî û tevahiya pêkhateyan bi hezkirin bi hev re jiyana xwe bidomînin."
Welatiyeke din ê Helebê gazinan li YPGê dike û dibêje astengiyan li pêşiya wan derdixîne. Ew welatî dibêje, serederiya hêzên Artêşa Sûriyê bi xelkê re baş e û tenê kotrola xwe dikin û tiştekê din nabêjin.
Ew welatiyên Helebê wiha diaxive:
"Ez nişteciyê taxa Eşrefiyê me. Dema Eşrefiyê rizgar bû û terorîst reviyan, taxa me kete destê YPG de, me got baş e, em çûn wê deverê, da ku em mala xwe bibînin, lê nehiştin, hebûna mînan kirin hêcet, gotin piştî du rojan vegerin, em piştî du-sê hefteyan vegeriyan, min malbat û zarokên xwe anîn da ku malê bibînin û dilê wan xweş bibe, dîse rê nedan me. Em niha hatine û derbasbûne, nasnameya me ji me birin û gotin nabe û hûn bi nasnameya xwe ve derbas bibin, me got baş e û me nasnameya xwe bi wan re hişt û em derbas bûn, me dît ku em di kuderê re derbas dibin YPG ji me re dibêje qedexe ye, baş e, em di kuderê re derbas bibin?
na na, ev yekem car e ez di vir re têm.. Serederiya rejîmê baş bû bi rastî, li nasnameyê dinêrin û kontrol dikin û dibêjin tu bi xêr hatî. Lê li vir dibêjin tê bi ku ve herî ka nasnameya te, keko em ji Eşrefiyê ne û riya me di vir re ye ma em di kuderê re herin? Em neçar in di vir re derbasî taxa xwe bibin. Ev e pirsgirêka me, ka em çi bikin, yanê em di xaniyên bi kirê de bimînin? nahêlin em mala xwe bibînin, te pirsgirêk nas kir, yan kirê bidin me û yan jî bihêlin em herin malên xwe bibînin bi rastî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse