Li Helebê dorpêça li ser taxên Kurdan tundtir dibe: Rêyeke din hat girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zext û dorpêça komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê roj bi roj zêde dibe.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, komên çekdar îro rêya Çerxerêya Şîhanê ya ku taxa Şêx Meqsûdê bi navenda bajêr ve girê dide, bi bariyeran girtin.

Bi girtina vê rêyê re, têkiliya wesayîtan a taxê bi derve re hema bêje bi temamî qut bûye.

Rêya Eşrefiyeyê jî hatibû girtin

Beriya vê pêngavê, heman koman rêya stratejîk a di navbera taxên Eşrefiye û Suryanê de jî bi blokên mezin ên çîmentoyê girtibû.

Hêzên ewlehiyê tevgera çûn û hatina otomobîl û wesayîtan li wan rêyan qedexe kiriye.

Ev rewş bi taybetî ji bo nexweş, pîr û kal û zarokan bûye sedema zehmetiyeke mezin.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku ev kiryarên dawî beşek in ji siyaseta dorpêçkirinê ya ku ev demeke dirêj e li ser wan taxan tê meşandin û armanca wê çêkirina zextê li ser Rêveberiya Xweser û xelkê sivîl e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst