Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, birêvebiriya nû ya ku kontrol xistiye destê xwe, li bajarê Laziqiyeyê makyaj li karmendên jin ên saziyên fermî qedexe kir.
Birêvebiriya nû ya ku Kanûna Pêşîn a 2024an kontrola Şamê xist destê xwe, fermanek ji hemû saziyên fermî yên Laziqiyeyê re şand.
Li gorî fermanê, qedexe ye ku jin di demjimêrên kar de makyajê bikin.
Naveroka biryarê
Li gorî agahiyên ku xwe dispêrin çavkaniyên parêzgariyê, di fermanê de van hişyariyan cih girt:
"Pêwîst e hemû karmend bi awayekî teqez werin hişyarkirin ku di demjimêrên karê fermî de li sazî û cihan makyajê nekin û bi makyaj neyên dîtin."
Rewşa piştî Esed
Nifûsa bajarê Laziqiyeyê yê li peravên Deryaya Spî bi piranî Elewî ye.
Hêjayî gotinê ye ku piştî ketina Esed, li vê herêma peravê komkujiyan rû dabû û di encamê de bi hezaran kesan canê xwe ji dest dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse