Serokê Îtilafa Sûriyê: Herêma ewle girîng e!

29-09-2015
Mihyedîn Hisên
Nîşan Xalid Xoce Sûriye Rûsya Herêma Ewle
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Îtilafa Sûriyê ragihand ku avakirina herêma ewle li Sûriyê wê guvaşan li ser Esed û hevpeymanên wî zêde bike daku çareseriya siyasî qebûl bikin.

 

Serokê Îtilafa Dijbereya Sûriyê Xalid Xoce li New Yorkê bi Serokomarê Frasayê François Hollande re civiya û herdu aliyan behsa herêma ewle û destêwerdana Rûsya di Sûriyê de kirin.

 

Serokê Îtilafa Sûriyê herwiha di semînarekê de bi navê Revîn ji Bermîlên Esed behsa rewşa Sûriyê kir û tekezî li ser girîngiya avakirina herêma ewle li Sûriyê kir.

 

Xoce got ku bi saya herêma ewle  heftane herî kêm 200 kesên sivîl ji mirinê rizgar bibin ji ber ku avakirina wê herêmê êdî nahêle hêzên Esed xelkê sivîl bi bermîlan bombebaran bike.

 

Serokê Îtilafê amaje kir ku divê civaka navdewletî li hember tawanên Esed bêdeng nemîne daku krîza Sûriyê were çareserkirin.

 

Xalid Xoce herwiha got ku niha Rûsya bi awayekî rasterast di kuştina xelkê Sûriyê de beşdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst