Grûpên çekdar êrişên xwe yên li hemberî HSDyê zêde kirine

31-10-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Şervanên HSDyê/ Wêne: SDF Press
Şervanên HSDyê/ Wêne: SDF Press
Nîşan HSD Îran Sûriye Rûsya Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ebdulkerîm Siko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve êrişên xwe yên li ser binkeyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yê li Sûriyeyê bêhtir kirine.

Herwiha grûpên çekdar ên ser bi Îranê û Hikûmeta Sûriyeyê li navçeyên Dêrezorê gef û êrişên xwe li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêde kirine.

“Îran û Rûsya li pişt êrişên dijî HSDyê ne”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyeyê Ciwan Ebdulkerîm Siko diyar kir ku Îran, Rûsya û Hikûmeta Sûriyeyê li pişt van gef û êrişên li dijî HSDyê ne.

Ciwan Ebdulkerîm Siko got, "Vê dema dawî, êrişên van çeteyan li ser Rêveberiya Xweser zêde dibin.

Berî çend rojekê li gundê Zîbanê û derdora wê, ev şer dîsa derket.

Em dibînin ev şer ne ji valahiyekê hatiye, rejîma Şamê û rejîma Îranê li pişt vî şerî ne.

Ji ber ku Îran dixwaze şerê Hemasê û Xezeyê li Libnan û Sûriyeyê belav bibe.

Herwiha Rûs jî li pişt van êrişan in."

Li aliyê din Ciwan Ebdulkerîm Siko, ji Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê xwest ku xwedî helwesteke xurtir bin.

Herwiha Ciwan Ebdulkerîm bangî pêkhateyên deverê jî kir ku bi yek helwestî li hemberî van gef û êrişan rawestin.

“Herêm ber bi şerekî berfireh ve diçe”

Ciwan Ebdulkerîm Siko wiha pê de çû:

"Em weke partiyên siyasî û weke Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Kurd, Ereb û Siryan ên li ser vê xakê dijîn, hemû tiştê ji me tê xwestin, em bikaribin bi yek dengî bi yek hêzî li pêşiya van planan rawestin.

Em bikaribin herêmê biparêzin û li pişta hêza xwe bin ji ber ku bi rastî berê navçeyê ber bi şerekî berfireh e.

Lewma ji me tê xwestin em bêhtir nêzîkî hevdû bibin, em hêza xwe xurtir bikin û em li pişta hêza xwe bin."

HSDyê ragihandibû ku 29ê Çiriya Pêşîn li Dêrezorê di êrişeke grûpên Hikûmeta Sûriyeyê de 3 şervanên wan 4 sivîl canê xwe ji dest daye.

Herwiha HSDyê da zanîn ku di wê êrişê de 10 kes jî birîndar bûne.

Di heman rojê re, li 3 gund û bajarokên Dêrezorê, 19 çekdar ji aliyê HSDê ve hatibûn kuştin û 20 çekdar jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst