Enqere (Rûdaw) – Tevî dûrketina ji navçeyên Kurdî, lê heya niha Kurdên Anatoliya Navîn li nêzîkî Enqerê çand û kevneşopiya xwe parastine, û li çend gundên wê herêma Kurd bi taybetmendiya xwe ya neteweyî cejn û helkeftan pîroz dikin.
Rûdaw di cejna îsal de jî seredana gundên Kurdên Anatoliya Navîn dike, Kurdên Anatoliya Navîn ku tê gotin hejmara wan ji milyonekî zêdetire, heta niha jî dîroka xwe ya rastî nizanin, ka ew kengî û çawa çûne Anatoliya, lê tiştê ku xuyaye û tê zanîn ewe, ku wan çand û zimanê xwe heta roja îro jî parastine.
Tato şivanê gundê Sindiran ji bo cejnê hatiye gund. Di nava gundên Kurdên Anatoliya Navîn her tişt li gorî kevnoşopiyên bab û kalan ên bi hizaran salan e bi rêve diçe, ji bo feqîrên li gund dijîn alîkarî tê kom kirin, yek bi yek cejnê li hev pîroz dikin.
Xelkê Gundê Sindiran Emrulah Suslu derbar Kurdên li Anatoliya Navîn de ji Rûdawê re dibêje: “Di nav kurdên Anatolya Navîn de eşîreta Şêbizina gellek mezin e. li Haymana zêdetirî 30 heta 35 gund hene. Eşîr Şêxbizîna gellek giringiyê didin cejnê, saleke amadekarî tê kirin. Di dema cejnê de em serdana kesên taziyên wan hene dikin. Di nava du cejnan de kesekî wefat kiribe em serdana malbatên wan dikin û em alikariya wan jî dikin.”
Nişteciha gund Amîna Çeto jî wiha behsa cejnên berê dike: “Berê baş bû , xweş bû dihatin diçûn, niha hem ali texsiya siwar dibin û virde wir de digerin. Berê zilam dihatin kesên mezin dihatin cejnê, zarokan jî ew dîtin ji wan fêr dibûn, niha kes zarokê xwe ji bo kevneşopiyên berê naelîmîne.”
Melê Çorê jî bi salan li mizgevta gundî nimêja cejnê dike. Ji bo wî jî cejnê berê xweştir bûne û gazindan ji nifşên nû dike.
Mela Çorê wiha axivî: “Pêştir hal û rewşa hevûdû dipirsin, rêza hevûdû digirtin. Hirmet û qedrê pîremêr û pîrejinan hebû, niha ne wisa ye, eger ber te de derbas bibin dibêjin selamualeykum û xilas, berê mirovahî hebû.”
Li vî gundî jî weke gellek deran kevnoşopî piranî li bîra nifşên nû nemane û êdî cejin jî weke berê nayên pêşwazîkirin, lê di çi rewşeke de jî bin Kurdên Anatolyayê di her cejnê de xwarina bi navê aşbeşîr çêdikin. Heta dibêjin zemanê berê şekir û şêranî nebûn her malekê taseke aşbeşîr dana ber derê xwe û zarokên gundî bi kevçiyên xwe dihatin aşbeşîr dixwarin.
Xelka gund Safîye Suslu wiha behsa vê kevneşopiyê dike: “Berê şekir û şêranî nebûn, aşbişîr çêdkirin. Her zarokek bi kevçiyê xwe digeriya wê demê kevçî jî pir nebûn, em diçûn li ber derê malekê me bi kevçiyê xwe aş dixwar û em diçûn maleke din, em mal bi mal digeriyan û me aş dixwar.”
Kurdên Anatolya Navîn heta niha li deverên xwe gellek hewldane ku taybetiyên xwe biparêz in. Piraniya wan êşîran kurdan beşek zêde ya kevnoşopiyên xwe yên cejnan û herwiha ziman parastine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse