Kurdistan
Kongreya Rojnameriyê ya Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq/ Wêne: Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.
Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li ser destpêka meha Remezanê kongereyeke rojnamegeriyê li dar xist.
Piştîwan Sadiq got, “Lijneya Çavdêriya Heyvê, heyv dîtiye.”
Lijneyê piştî dîtina heyvê ragihand ku Remezan sibe (11ê Adara 2024an/roja duşemê) dest pê dike.
Li aliyê din, Dîwana Weqfa Sunî ya Îraqê û Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdî jî ragihand ku Remezan sibe dest pê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse