Hewlêr (Rûdaw) – Îsmaîl Aslan Çoban û Yavuz Kassapê ku bi bultena sor lêgerîna wan hebû û 17 kesên din hatin desteserkirin.
Li 5 parêzgehan li hemberî 3 rêxistinan operasyonek hatin kirin ku navenda wê Stenbol bû û di vê oeprasyonê de Îsmaîl Aslan Çoban, Yavuz Kassap û 17 kesên din hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya piştgiriya Têkoşîna li hemberî tawanên bazirganiya madeyên hişbir û spîkirina pareyên reş de pêwendî li gel rayedarên Swêdê û Norwecê daniye û tesbît kiriye ku 40 gumanbar beşdarî çalakiyên çekdarî û tawanên cûda bûne.
Her wiha hatiye diyarkirin di lêpirsîna rêxistina ku serokê wê Îsmaîl Aslan Çoban e û wekî “Abdo” tê zanîn de eşkere bûye ku 31 gumanbaran bernameya bi navê “Anom” bi kar aniyee û beşdarî tawanên bazirganiya madeyên hişbir a navneteweyî bûne.
Her wiha hatiye gotin Çoban berpirsiyarê kuştina Harris Lars Osterdahl e ku 31ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Bosna-Hersekê hatibû kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse