کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wêne: AA - Arşîv

Wêne: AA - Arşîv

TIRKIYE

RAPIRSÎ - Kîjan partî li pêş e?

RÛDAW

RÛDAW

26-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke ORCyê tevî biryara dûrxistina serokê giştî yê CHPyê, beşeke zêde ya dengdêrên wê partiyê dîsa jî dest ji partiya xwe bernedaye.

Şirketa ORCyê encamên rapirsiya ku di navbera 23 û 24ê Gulanê li 18 parêzgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê kiriye belav kirin.

Du hezar û 160 kes beşdarî rapirsiyê bûne.

Piştî biryara "betalkirina kongreya 38an a CHPyê", meyla dengdêrên partiyê hatiye pîvan.

Li gorî encaman, piraniya dengderên CHPyê piştgiriya xwe ya ji partiyê re didomînin.

Helwesta dengdêrên CHPyê

Di rapirsiyê de ji beşdaran ev pirs hatiye kirin: "Biryara betalkirina mitleq dê çawa bandorê li tercîha we ya dengdanê bike?"

Ji sedî 84,3yê dengdêrên CHPyê diyar kiriye ku ew dê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe.

Li hemberî vê yekê, ji sedî 6,7ê wan gotiye ku dibe ew berê xwe bidin partiyeke din.

Her wiha ji sedî 9ê wan jî gotiye ew hîn dudil in û biryara xwe nedane.

Encamên rapirsiyê nîşan didin ku piştî biryara dadgehê di nav alîgirên CHPyê de qutbûneke berbiçav çênebûye.

'Betalkirina mitleq' çi ye?

Ev têgeheke hiqûqî ye û ji bo pûçkirin an jî betalkirina temamî ya karekî yan jî rêkarekê tê bikaranîn.

Di dosyeya CHPyê de ev têgeh ji bo betalkirina kongreya 38an hat bikaranîn ku Ozgur Ozel tê de wekî serok hatibû hilbijartin.

Bi vê biryarê, Ozel û hemû biryarên ku wî dane ji aliyê qanûnî ve bêhukim dimînin.

Partî jî bi awayekî fermî radestî serokê berê Kemal Kiliçdaroglu tê kirin.

Dadgehê wekî hincet nîşan daye ku di kongreyê de "kirîna dengan" û "bi lîstokan guhertina encaman" çêbûye.

Piştgiriya ji bo Ozgur Ozel

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn ka divê Ozgur Ozel û ekîba wî ya birêvebiriyê kîjan rêyê hilbijêrin.

Ji sedî 92,2yê beşdaran di wê baweriyê de ne ku divê serokatiya partiyê di nav CHPyê de têkoşîna xwe bidomîne.

Tenê ji sedî 7,8ê beşdaran dibêjin ku divê Ozel û tîma wî veqetin û partiyeke nû ava bikin.

Ev encam nîşan dide ku piraniya dengdêrên CHPyê alîgirê parastina yekrêziya nav partiyê ne.

AK Partî yekem û DEM Partî sêyem e

Li ser pirsa "Eger vê yekşemê hilbijartina giştî çêbibe, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?", encam wiha ne:

AK Partî bi rêjeya ji sedî 32,4an di rêza yekem de ye.

CHP bi ji sedî 28,5an di rêza duyem û DEM Partî jî bi ji sedî 9,6an di rêza sêyem de cih digirin.

Her wiha MHP ji sedî 7,7 û ÎYÎ Partî ji sedî 5,6ê dengan bi dest dixin.

Li gorî rapirsiyê, cudahiya di navbera AK Partî û CHPyê de 3,9 puan e.

Encamên rapirsiya ORCyê wiha ne:

AK Partî: Ji sedî 32,4

CHP: Ji sedî 28,5

DEM Partî: Ji sedî 9,6

MHP: Ji sedî 7,7

ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,6

 

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Pirsên