DEM Partiyê li ser mirina leşkeran peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji malbatên 5 leşkerên ku Herêma Kurdistanê mirine re sersaxî xwest û got, " Rêya ku ti kes careke din êşên bi vî rengî nejî, tenê bi aştiya civakî û vîna çareseriyê dikare pêk were."
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma "Pençe-Kilîdê" ya li Herêma Kurdistanê di şikeftekê de ji ber gaza metanê 19 leşker bi jehrê ketine û ji wan 5 leşker mirine.
DEM Partîyê ji bo 5 leşkeran peyamemeke sersaxiyê belav kir.
DEM Partîyê di peyama xwe de bal kişand ser aştiya civakî û wiha got:
"Wezareta Parastinê (MSB) ragihand ku di şikeftekê de di encama rûbirûbûna bi gaza metanê re 5 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek leşker jî ji gazê bi bandor bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Em ji leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane re ji Xwedê rehmê, ji malbat û xizmên wan re sersaxî û sebrê û ji leşkerên birîndar re şifaya lezgîn dixwazin.
Windahiyên canî, me hemûyan ji kûr ve diêşîne. Berdela vê rewşa şer û bêçareseriyê ya ku bi salan e didome hemû civak dide.
Mafê jiyanê, ne bi pêşbirka êşan lê bi parvekirina êşan tê parastin.
Rêya ku ti kes careke din êşên bi vî rengî nejî, tenê bi aştiya civakî û vîna çareseriyê dikare pêk were.
Wekî DEM Partî, em careke din tekez dikin ku divê aştiya civakî û çareseriya demokratîk esas bê girtin.
Em diyar dikin ku ji bo zêdetir windahiyên canî çênebin û agir nekeve tu malê, em neçar in ku li ser zemîna edalet û aştiyê pêşerojeke hevpar ava bikin."