Li Herêma Kurdistanê 5 leşker mirin

06-07-2025
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Leşker Pençe Kilîd
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma Pençe-Kilîdê ya li Herêma Kurdistanê di şikeftekê de ji ber gaza metanê 5 leşkerên wan mirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezaretê da zanîn ku di çarçoveya Operasyona Pençe Kilîdê de 28ê Gulana 2022yan de leşkerê wan ê bi navê Nurî Melîh Bozkurt gulebaraneke gerîlayên PKKyê de hatiye kuştin û wan nekariyê cenazeyê wî wergire.

Wezareta Parastina Tirkiyeyê di daxuyaniyê de wiha berdewam kir:

"Di xebatên lêgerînê de, hemû deverên ku dibe cenaze lê be, ji aliyê tîmên ku bi taybetî hatine avakirin ve bi hûrgilî lêgerin tên kirin.

Di çarçoveya çalakiyên lêgerînê yên berdewam de; di 6ê Tîrmeha 2025an de, di dema çalakiya lêgerîn de li şikefteke li ser girê bi bilindahiya 852 rakim ku li herêma Operasyona Pence-Kîlîd e, berê wekî nexweşxane dihat bikaranîn û hatibû paqijkirin, 19 personelên me rastî gaza metanê hatin û demildest ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin; lê tevî hemû midaxeleyan jî pênc personelên me yên qehreman şehîd ketin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst