Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Qetie li kû derê ye?

07-12-2023
Omer Sonmez
Ji ber xebatên xwe çend caran gef lê hatibû xwarin
Ji ber xebatên xwe çend caran gef lê hatibû xwarin
Nîşan Ehmed Qetie Çalakvan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Çalakvanê mafên mirovan ê Sûriyeyî Ehmed Qetie, ji roja 27ê Çiriya Paşînê ve pişti ku ji ofîsa xwe ya li semta Yusufpaşaya Stenbolê derdikeve winda ye.

Ehmed Qetie, niha li ku derê ye û di destê kê da ye hêj nediyar e.

Ehmed Qetie, êvara 27ê Mijdarê berî ku wenda bibe ji xizmekî xwe re gotiye, “ji îstîxbaratê telefon ji min re hat û bangî min kirin”lê negotiye ka wê biçe ku derê.

Hevjîna Ehmed Qetie, ji ber sedemên ewlehiyê naxwaze nasname û rûyê xwe eşkere bike.

Li gorî hevjîna wî dibêje, Ehmed Qetie roja duşema 27ê Çiriya Paşînê, di telefonê de ji hevjîna xwe re gotiye, “ez niha têm malê.”

Piştî ku neçûye mal hevjîna wî telefon kiriye, lê telefona wî girtî bûye.

“Ji gelek aliyan ve rastî zext û gefan hatibû”

Hevjîna Ehmed Qetie E.Ayê ji Rûdawê re got:

“Bê guman beriya niha ew ji gelek aliyan ve rastî zext û gefan hatibû lê lêhûrbûnên wan ji min re negotin ku ew çi kes an jî çi alî ne.

Lê ez vê baş zanim û bi awayekî demkî heta ku rewş aram dibe, inşallah dê vegeriya çalakiyên xwe yên mafnasiyê. Wî navê ti aliyekî ewlehî ji min re negot, tenê ez vê yekê dizanim.”

Platforma Mafên Penaberan ji bo dîtina Ehmed Qetie li ser hev daxuyanî didin û hevdîtinan pêk tînin. Lewra Ehmed Qetie yek ji endamên çalak ên platformê bû.

Rêvebiriya Ewlehiyê: Ne di destê me de ye

Parêzerê Ehmed Qetie Nurullah Çelen jî got:

“Rêvebiriya Ewlehiyê, beşa têkoşîna bi terorê, organize û asayişê dan zanîn ku di deste wan de qeydên têketin û derketina Ehmed Qetie nîne.

Ew dibêjin, derbarê Qetie de ti karûbareke fermî çênebûye û haya wan jê nîne. Herwiha Rêveberiya Koçberan jî dibêje Qetie ne di destê wan de ye.”

Platform dide zanîn, li ser serlêdana wan Emniyeta Stenbolê û Rêveberiya Koçberan ji wan re gotiye Ehmed Qetie ne di destê wan de ye.

Malbat û parêzerê Qetie, ji bo dîtina wî li Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê gilî tomar kiriye û wan li Serdozgeriya Komarê jî serlêdana sûcî kiriye.

“Rojane gef li me tên xwarin”

Koordînatorê Platforma Mafên Penaberan Taha El Gazî jî got:

“Rojane li ser medyaya civakî gef li me tên xwarin û heqaret, êrişên devkî û fîzîkî li me tên kirin. Ji bo me rêya têkoşîna ji bo mafên penaberan diyar e û em berdêla vê didin.”

Koordînatora Platforma Mafên Penaberan Yildiz Onenê jî diyar kir ku mînakên bi vî rengî diçin ber destên wan  û got:

“Li Stenbol, Dîlok û Edeneyê 4-5 nimûneyên wiha hene ku penaber hatine girtin lê malbatên wan nehatine agahdarkirin. Di heman demî de penaberên hatine dersînorkirin jî pir in.”  

Li ser giliyê malbata Ehmed Qetie dê kamerayên li derdora kargeha wî, hevdîtinên telefonê û telefona wî werin şopandin.

“Polîtîkayên netewperest û dijatiya penaberan bi rê ve dibin”

Derbarê mijarê de Alîkarê Komeleya Mazlumderê Ali Oner jî got:

“Balkêş e li Tirkiyeyê mixalefet, ji desthilatê wêdetir polîtîkayên netewperest û dijatiya penaberan bi rê ve dibe.

Hikûmet jî dibîne ku xelk di hilbijartinên giştî û herêmî de dikeve bin bandora van polîtîkayan. Ji loma jî hikûmet van polîtikayan bipêş dixe û politikaya xilasbûna ji penaberan cibicih dike.”

Ehmed Qetie, ji Îdliba Sûriyeyê ye, bavê 3 zarokan e û ev 9 sal in li Stenbolê dijî.  

Qetie, ji ber zextên di demên dawî de, meha Çiriya Pêşînê çalakiyên xwe yên li ser mafên mirovan rawestandibû.

Li gorî platforma mafên penaberan an bi îhtimaleke mezin Ehmed Qatie di destê istixbarata Tirkiyeyê de ye, yan jî ew vegerandine bakurê Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst