Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe eşkere kir ku polîsan li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya li Enqereyê herî kêm 100 karker desteser kirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê tora civakî ya sendîkayê de hat ragihandin ku di dema desteserkirinan de li hinek karker û rojnamegeran hatiye xistin.
Sendîkayê bi parvekirina "100 karker tên desteserkirin" ragihand ku organîzator Başaran Aksu xistine wesayîteke cuda.
Di parvekirineke din de hat gotin, “Li karker û kedkarên çapemeniyê hat xistin” û bangî raya giştî hat kirin ku bertekê nîşan bidin.
Karker 11 roj in xwenîşandanê dikin
Karkerên madenê yên Etî Gumuşê ya Xarpêtê ya Yildizlar SSS Holdingê û karkerên Doruk Madencîlîkê yên endamên Sendîkaya Maden-Îşê ya Serbixwe, ji bo mafên wan werin dayîn 11 roj in li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê xwenîşandanê dikin.
Sendîka diyar dike ku armanca xwenîşandanê wergirtina mafên karkeran e.
Li ser hejmara karkerên ku hatine desteserkirin hîn ji aliyê saziyên fermî ve daxuyanî nehatiye dayîn.


