Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan amade nebû ku bi Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîka, John Bolton re bicive û ji ber wê jî Bolton yekser Enqere terikand.
Recep Tayyip Erdogan biryar bû ku îro Sêşembî 8ê Kanûna 2019 li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Amerîkayê John Bolton bicive, lê belê ji ber mercê Amerîka bo parastîbûna Kurdan li Sûriyê, Erdogan amade nebû ku bi Bolton re bicive û hevdîtina navbera wan hate hilweşandin.
Piştî hilweşandina civîna li gel Erdogan, Bolton jî yekser dawî bi serdana xwe ya bo Enqerê anî û Enqere terikand.
Bolton di serdana xwe ya bo Tirkiyê de, tenê bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re hevdîtin pêk anî, ku biryar bû piştî civînê herdu alî beşdarî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de bikin, lê belê ev konferansa rojnamevanî jî nehate encamdan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro di gotarekê de li nav civîna fraksyona AK Partiyê li parlamentoya wî welatî ragihand: “Tirkiye hemû amadekarî kirine bo şerê dijî DAIŞê li Sûriyê, ew jî piştî biryara Amerîka y abo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.”
Erdogan herwiha diyar kir: “Em dê hemû komên terorîstî li Sûriyê ji nav bibin, eger grûpên din ên terorîstî jî hebin, wê demê Tirkiye bi erkê xwe dizane ku rûbirûyê wan bibe û wan ji nav bibe. Erdogan rasterast amaje bi navê wan grûpên din nekir, lê belê tê texmînkirin, ku mebesta wî hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) be.”
Hilweşandina civîna Bolton û Erdogan di demekê de ye, ku John Bolton berî ku serdana Tirkiyê bike, di daxuyaniyekê de ragihandibû, Amerîka bi du mercan dê ji Sûriyê vekişe, yek ji wan berdewambûna şerê li dijî DAIŞê ye û ya din jî parastîbûna Kurdan e.



