Navê balafirgeha Agirî bû “Balafirgeha Ehmedê Xanî”

08-07-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Navê balafirgeha bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê hat guhertin û navê Ehmedê Xanî lê hat kirin.

Encumena Wezîran a Tirkiyê biryar da navê balafirgeha bajarê Agirî bibe “Balafirgeha Ehmedê Xanî”. Balafirgeha Agirî beriya hilbijartinan ji aliyê Davûtoglu ve hatibû vekirin.

Encumena Wezîran her wiha bi fermî navê qumandanê navdarê kurd Selahedîn Eyûbî danî ser balafirgeha Colemêrg-Geverê.

Balafirgeha Colemêrg-Geverê, beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê bi beşdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu hatibû vekirin. Davûtoglu di merasima vekirina balafirgehê de gotibû, emê navê balafirgehê bikin Selahedînê Eyûbî.

Ew biryarên Encumena Wezîran a Tirkiyê ku roja 22ê Hezîrana îsal hatine dayîn, di rojnameya fermî de jî hatin weşandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst