Şîrovekaran serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê nirxandin

09-07-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Sîstema Nû Recep Tayyip Erdogan Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi merasimekê sîstema nû ya Tirkiyê radigehîne ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê merasimê de amade dibe.

 

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi fermî ji bo merasima xwe vexwand şiroveyên derbarê başbûna pêwendiyên Tirkiyê û Kurdistanê jî zêde bûne û gellek kes di wê baweriyê de ye ku piştî hilbijartinên Tirkiyê niha zemînekî baştir ji bo pêwendiyan dirust bûye.


Recep Tayyip Erdogan piştî sonda yasayî li Qesra Serokomariyê bi beşdariya beşek mêvanên ji dervey Tirkiyê û diplomatan  bi merasimekê sîstema nû ya Tirkiyê Radigehîne û bi yekê li Tirkiyê li cihê sîstema parlemeneteriyê, sîstema serokatiyê tê damezrandin. Ji bo beşdariya vê merasimê Neçîrvan Barzanî jî bi fermî ji aliyê Erdogan ve  hatiye vexwandin ku ew yek piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê dê bibe yekem serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî bo Enqere.


Derbarê vê mijarê de akademîsyenê ji Zankoya Yildirim Beyazidê Prof. Dr. Bîlal Sambur ji Rûdawê re wiha got: “Tirkiye naxwaze ku hikumeta Herêma Kurdistanê bikeve bin kontrola Bexda û Tehranê, ji ber wê di demên krîtîk  de jî Tirkiyê  polîtîkayeke hesas û bi balans meşand.”


Li aliyekî din  dezgehên medyayî yên  Tirkiyê girîngiyê bi  seredana Nêçirvan Barzanî didin û seredanê jî  weke suprîz pênase dikin û di şiroveyan de jî zêdetir amaje bi helwesta MHPê tê kirin.


Serokê berê yê şaxa Amedê yê MHPê jî dibêje MHP  weke aliyekî desthilatê  xwedî helwesteke nerm e li beramber başbûna peywendiyên Tirkî ji welatên cîran re.


Li ser vê mijarê Serokê berê yê Şaxa Amedê yê MHPê Abdullah Arzakçî wiha axifî: “Ez bawer nakim ku Partiya Tevgera Netewperest  jî zêde ji ber vê pêngavê aciz bibe. Ji ber ku niha MHP jî di nav hevpeymaniya Cumhur de li pişt birêz Serokomarê me sekiniye. MHP ne partiyeke wisa ye ku neyarî û dijayetiya ciranên me bike. MHPê rêzê li sînoran digire û  dijayetiya  ciranan nake .”


Biryar e serokdewlet beşdarî merasîma destbikarbûna Erdogan bo wezîfeyê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst