Qeyrana siyasî li Tirkiyê û pêwendiyên AKP-BDPê

10-01-2014
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
AKP-BDP
AKP-BDP
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Qeyrana siyasî ya li Tirkiyê BDP û AK Partiyê nêzî hev kirin. Rewşenbîr û siyasetmedar di wê baweriyê de ne hevkariya hikûmet û BDP'ê dê pêvajoya aştiyê lezgîntir bike.


Piştî operasyonên gendeliyê ku di 17'ê kanûnê de li hemberî 3 kurên wezîrên hikûmeta Tirkiyeyê dest pê kirin, dengeya siyasî ya li Tirkiyeyê serobino bû. Hikûmet di wê baweriyê de ye ku Cemaeta Fetullah Gulen bi van operasyonan dixwaze hikûmeta AK Partiyê têk bibe. Partiyên muxalefetê jî bi hemû hêza xwe dijberiya hikûmetê dikin.

 

Di rewşeke wiha de têkilî û hevdîtinên di navbera hikûmet û BDP'ê de balê dikişînin. Di nava heftiyekî de di navbera wezîrên hikûmetê, BDP û HDP'ê de 3 hevdîtin pêk hatin. Hikûmet dixwaze di van rojên zor û zehmet de BDP'ê li ba xwe bibîne. BDP jî dixwaze di rewşeke wiha de derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de ji hikûmetê gavên berbiçav bibîne.


Hem AK Partî û hem jî BDP dixwazin li gorî berjewendiyên xwe di vê pêvajoyê de bi ser bikevin. Lê pêdiviya herduyan jî bi hev heye. Gavên herdu aliyan jî dê li gorî pêvajoya krîzê ya li Tirkiyeyê teşe bigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst