Tirkiyeyê cemxane wekî 'tesîsa çandî' pênase kirin: Elewî rabûn ser pêyan

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Wêne û vîdeo: Farûk Uysal - Rûdaw
Wêne û vîdeo: Farûk Uysal - Rûdaw
Nîşan Elewî Tirkiye Bakurê Kurdistanê Cemxane Îbadetxane Tesîsên Çandî Zeynel Abîdîn Koç Ahmet Aktaş
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pirsgirêka bi milyonan Elewiyan li benda çareseriyê ye.

Tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Tirkiye cihê pîroz ê Elewiyan, cemxaneyan, ne wekî “îbadetxane” lê wekî “tesîsên çandî” dibîne.

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê bi rêziknameyeke nû, cemxane wekî xwedî statuya “tesîsa çandî” pênase kir.

Weqf, sazî û rêxistinên Elewiyan li dijî biryara wezaretê derdikevin û biryarê wekî “berdewamiya siyaseta înkarkirina Elewiyan” dinirxînin.

Her wiha Kurdên Elewî yên li Dêrsimê û bajarên din jî li hemberî biryara Wezareta Tirkiyeyê bertek nîşan didin.

Daxwaza sereke statuya 'îbadetxaneyê' ye

Li Tirkiyeyê bi milyonan Elewiyên Kurd, Tirk û Ereb hene.

Daxwaza wan a sereke ew e ku cemxane bibin xwedî statuya “îbadetxaneyê”.

Ew her wiha li bendê ne ku di pêvajoya çareseriyê de daxwazên wan bên qebûlkirin û wekî “welatiyên wekhev” bijîn.

Sala 2022yan, di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de "Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşî" hatibû avakirin.

Lê belê ev sazî bi hinceta ku “siyasî” ye ji aliyê piraniya sazî û cemxaneyên Elewiyan ve nehatibû qebûlkirin.

“Ev berdewamiya siyaseta înkarê ye”

Cemxaneya Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê zêdetirî 30 sal in xizmetê dide.

Serokê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê (ADFE) Zeynel Abîdîn Koç dibêje, “Divê dewlet di destûra bingehîn de cemxaneyan wekî îbadetxane qebûl bike.”

Zeynel Abidin Koç ji Rûdawê re axivî û got:

“Jixwe ji sedî 90ê daxwazên têkoşîna mafên Elewiyan di nav pakêta demokratîkbûna Tirkiyeyê de cih digire.

Em ji qada gelemperî ya Elewiyan re dibêjin cemxane.

Çawa mafên hemû welatiyên Tirkiyeyê hebin, divê wisa jî mafên Elewiyan hebin.

Ji ber wê jî em dixwazin ku cemxaneyên me bibin xwedî statuya îbadetxaneyê.”

"Bes e êdî hûn me înkar dikin"

Ahmet Aktaş ku Pîrê Elewiyan ê Dêrsimê ye, bertek nîşanî biryarê da û got:

“Ez niha ji Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dipirsim: Ka em li cemxaneyan çi dikin?

Em cemê girê didin an na? Em semahê dikin an na? Em li cemxaneyan zikir dikin an na?

Yanî em li cemxaneyan ayîn û îbadetê dikin. Bes e êdî hûn me înkar dikin. Cemxane heq e, mafê me ye ku em îbadeta xwe bikin.”

Li gorî agahiyên saziyên Elewiyan, li Tirkiyeyê derdora 15-20 milyonî nifûsa Elewiyan heye.

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 90 hezar mizgeft hene.

Lê li hemberî vê, li 58 bajaran bi giştî hezar û 586 cemxane hene ku Elewî tê de cem, semah û niyazên xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst