Hewlêr (Rûdaw) - Aygul Kapçaka ku li Dêrsimê hatibû desteserkirin û girtin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hat berdan.
Aygul Kapçaka ku li Dêrsimê hatibû desteserkirin û girtin, bi rêzê ve li girtîgehên Elbistan, Meletî, Sêwaz, Amasya û Şakranê ma.
Berdana Aygul Kapçakê ya ku diviyabû hefteya borî bi cih bihata, ji ber cezayê dîsîplînê yê bi hinceta ku di dema hevdîtina vekirî de bi xizmên girtiyên din re axiviye, hefteyekê hatibû bipaşxistin.
Malbata wê, rêxistina DEM Partiyê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê û birêvebirên EGE-TUHAYDERê li ber girtîgehê pêşwaziya Aygul Kapçakê kir.
Kapçakê piştî ku hat berdan anî ziman:
"Ez ji ber berdana xwe kêfxweş im lê hevalên me li hundir in.
Ji ber vê yekê kêfxweşiya min nîvco dimîne.
Em bawer dikin ku ew dê jî bigihêjin azadiya xwe.
Derkeftina di atmosfereke wiha de cihê serbilindiyê ye.
Jiyana vê rûmeta ku ji aliyê têkoşînê ve hatiye afirandin gelekî biqîmet e.
Mezinkirina vê têkoşînê berpirsyariya me hemûyan e."



