Parlamenterên HDP û AK Partiyê serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê nirxandin

10-07-2018
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serdan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokwezîrê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasîma ragihandina sistema nû ya Tirkiyê li ser vexwandina fermî ya serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan serdana Enqerê kir.

 

Li gorî AK Partiyê ev serdan ji bo asayîkirina peywendiyên Enqere û Hewlerê gaveke girîng e. HDP jî piştgirê dide hewlên başkirina peywendiyên Herema Kurdistanê û Tirkiyê. Rayadarên herema Kurdistanê  jî hêvî dikin ku di demeke nêzîk de peywendiyên her du aliyan bihêztir bibin.


Serokwezîrê Herema Kurdistanê Neçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdariya merasîma ragihandina sistema nû ya Tirkiyê serdana Enqere kir ku ev seredana piştî giştripirsiyê yekem seredana rasterast û fermî ye di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de. Beşek  parlementerên Kurd ên AK Partiyê serdana Barzanî girîng dibînin û dibejin em jî amadene ji bo baştirkirina peywendiyan rola xwe bilîzin.


Derbarê vê mijarê de Parlamenterê AK Partiyê Ziver Ozdemîr ji Rûdawê re wiha got: “Hatina birêz Nêçîrvan Barzanî û beşdarkirina wî di merasîma li kuliyê de hem ji bo Tirkiye û hem ji bo herêmê girîng e.”


Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî başbûna peywendiyên Herema Kurdistanê û Tirkiyê pêwist dibîne, lê HDP heman demê dixwaze hewlên diplomatîk di berjevendiya yeketiya Kurdan de jî bin.    


Parlamenterê HDPê Omer Ocalan jî wiha axifî: “Em bi niyeteke paqij ji berpirsên Herêma Kurdistanê rica dikin ku ew zimaneke tal û tûj ê Kurdan biêşine û aciz bike bikar neynin. Dibe ku tekiliyê wan bi Tirkiyê re hebe lê divê pîvan û rêbazên wê hebe.”


Berdevkê Hikumeta Herema Kurdistanê jî  seredana Barzanî ji bo bihêzkirina peywendiya her du aliyan weke  derfet dibîne û dibêje “em ji paşerojê bihêvî ne.”


Berdevkê Hikumeta Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî got: “Raste serokên dewlet û serokên hikumetên gelek welatan beşdarî dikin. Derfeta dîdarên taybet çênabe,  lê ew resm pir mihûm e, em dibînin ku ew pêngaveke baş e. Dîsa peywendiyên fermî hikûmeta Tirkiye bi hikumeta Herêma Kurdistanê çêbibe.”


Serokwezirê Herema Kurdsitanê herî dawî 28ê meha Nîsana sala 2017ê bi fermî li Tirkiyê hatibû peşwazîkirin û bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst