Stoltenberg: Swêdê berpirsyariyên xwe cîbicî kirine

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd NATO Erdogan Stoltenberg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku derbarê hewldanên Swêdê yên ji bo beşdarkirina di nav NATOyê de got: “Haya me ji fikarên rewa yên Tirkiyê heye. Swêd berpirsyariyên xwe bi cih anî, gavên berbiçav avêtin û yasa hatin guhertin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Yekşemê 4ê Hezîrana 2023yan pêşwazî li Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg kir.

Di Hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û rayedarên NATOyê jî amade bûn.

Hevdîtina ku li Ofîsa Serokomariyê ya li Dolmabahçeyê bêyî çapemeniyê hat kirin, nêzî saetekê berdewam kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: “Ji bo biryara Tirkiyê spasdar im ku ji bo hebûna NATOyê ya li Kosovayê yekîneyên zêde dê were şandin. Tirkiye pêşengiya van hewildanan dike"

Stoltenberg da zanîn ku di civînê de endamtiya Swêdê ya NATOyê hat gotûbêjkirin û got: “Haya me ji fikarên rewa yên Tirkiyê heye, lê Swed berpirsyariyên xwe cîbicî kirine, gav avêtine, yasa guhertine. Ewên ku li Swêdê xwepêşandanan dikin naxwazin Swêd bibe endama NATO yê ne, ew dixwazin NATOyê lewaz bikin. Li ser bingeha peymana Madridê mekanîzmayek hevbeş heye û li ser wê bingehê 12ê Hezîranê em dê bicivin. Swêd bibe endama NATO dê bihêz bibe. Di heman demê de dê NATO û Tirkiye jî bihêz bike. Divê em hevkariya Tirkiye û Swedê zêde bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst