Erdogan: Em şerê aborî wenda nakin

10-08-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan Aborî Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Piştî biryarên Amerîkayê yên li hember Tirkiyê û daketina lîreyê tirkî li beramber dolarê amerîkî, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Em şerê aborî wenda nakin."

 

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan piştî nimêja înê ya li Mizgefta Bayburtê, bi mîkrofona mizgeftê ji cemaetê re axifî û ragihand ku ew di nav şerê aborî de ne.

 

Erdogan tekez kir ku "dolar, molar rêyên wan qut nakin" û careke din bang li welatiyan kir ku zêr û dovîzên xwe yên di bin balîfan de derxînin.

 

Erdogan got: "Qet nîgeran nebin, ji vê derê careke din dibêjim. Kesên dolar, euro û pereyên wan di jêr balîfan de ne her îro bila biçin bikin lire. Dê gelê min bersiva yên şerê ekonomîk dijî me ragihandine bide. Eger ne ji bo îro be kengî? Bi pereyên me yên xwecihê bersiva wan bidin."

 

Vê sibê bihayê lîreyê Tirkî sê caran daket û rekor şikandibû. Nirxê her dolarekî Amerîkî 6 lîre derbas kirin û guhertina di nirxê lîre de jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst