Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Birvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê bi hêza 6,1 erdhej çêbûye.
Serokê Şaredariya Sinirdigiyê eşkere kir ku 10 avahî rûxiyane.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbûye û li navçeya Sindirgiyê avahiyek rûxiyaye.
Heta niha rewşeke neyînî nîne
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku piştî erdheja bi hêza 6,1 pileyan a li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê, heta niha ti rewşeke neyînî çênebûye.
Yerlîkaya ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:
"Li Sindirgiya Balikesîrê erdhejeke bi hêza 6,1 pileyan çêbû. Li ser erdheja ku li Stenbol û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin, hemû tîmên AFADê û saziyên me yên pêwendîdar bi lez dest bi karê şopandina li qadê kirin.
Heta niha ti rewşeke neyînî nîne. Em kêlî bi kêlî rewşê dişopînin. Ji bo welatiyên me yên ku ji erdhejê bandor bûne derbasî be. Xwedê welat û miletê me ji karesatan biparêze."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî li ser erdhejê daxuyanî da.
Erdogan got, “Ez ji bo hemû welatiyên me yên ku ji erdheja li Balikesîrê ya ku li parêzgehên me yên herêmê jî hat hîskirin û bandor bûne, slametiyê dixwazim.
Ji kêliya yekem ve hemû saziyên me yên pêwendîdar ketine tevgerê û gavên pêwîst davêjin. Em jî xebatan ji nêzîk ve dişopînin.
Bila Xwedê welatê me ji her cure karesatê biparêze.”
#VÎDEO - Li navçeya Sindirgiyê tîmên rizgarkirinê hewl didin welatiyên di bin kavilan de ne rizgar bikin#Balikesir pic.twitter.com/JJAGisT3Tp
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 10, 2025
Serokê Şaredariya Sindirgiyê: 10 avahî rûxiyan
Li aliyê din, Serokê Şaredariya Sindirgiyê Serkan Sak daxuyanî da û got, "Em hewl didin 2 welatiyên xwe ji bin kavilan derxînin. Li navçeya me 10 avahî hilweşiyan! Em nikarin ji hinek herêman agahiyan bistînin."
Alî Yerlîkaya daxuyaniyeke din belav kir û da zanîn ku li Sinirdigiyê avahieyek rûxiyaye û hewl didin 2 welatiyan rizgar bikin.
#WÊNE - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê avahiyek rûxiyaye pic.twitter.com/dKdfFChYdP
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 10, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse