Berdevkê AK Partiyê li ser Kurdan bersiv da Netanyahu

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, bersiv da Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan kiribûn armanc.

Çelîk îdia kir, hewldana Netanyahu ya ku dixwaze Kurdan ji bo planên xwe bike "lejyoner" pûç bûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz li ser medyaya civakî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi "qetilkirina Kurdan" tohmetbar kiribû û Omer Çelîk bertek nîşanî van parvekirinan da.

Çelîk diyar kir ku li pişt van daxuyaniyan 5 sedemên bingehîn hene.

"Nekarîn birayên me yên Kurd bikin lejyoner"

Çelîk gotinên Netanyahu yên li ser Kurdên li Tirkiyeyê wekî "hezeyaneke kirêt" pênase kir.

Çelîk îdia kir ku planên Îsraîlê yên li ser Kurdên li herêmê têk çûne.

Omer Çelîkwiha got, "Ew di nav hewldanê de ne ku birayên me yên Kurd ên li herêmê ji bo planên xwe yên qirêj û Siyonîst bikin 'lejyoner'.

Lê belê birayên me yên Kurd ên li Îraq û Îranê neketin nav vê hevkêşeya şeytanî.

Ew bi aqilmendî tevgeriyan û wan li aliyê rast ê dîrokê cih girt.

Ew îfadeyên kirêt ên Netanyahu yên li hemberî birayên me yên Kurd ên li Tirkiyeyê, di rastiyê de hezeyanek e ku ji ber pûçbûna vî planî derketiye holê."

"Dixwazin dan û standinên aştiyê sabote bikin"

Omer Çelîk bal kişand ser dema vê helwesta hikûmeta Îsraîlê û îdia kir ku armanca vê yekê ew e ku dan û standinên aştiyê yên krîtîk ên Amerîka û Îranê yên li Pakistanê werin sabotekirin.

Çelîk destnîşan kir ku hewldana Îsraîlê ya ji bo rûbirûhiştina Tirkiye û Îranê, bi siyaseta Serokkomar Erdogan pûç bûye.

"Cîhan bû du beş: Tifaqa Mirovahiyê û Şebekeya Komkujiyê"

Omer Çelîk da zanîn ku Erdogan li cîhanê pêşengiya "Tifaqa Mirovahiyê" wiha dike û pê de çû:

"Li aliyekî 'Tifaqa Mirovahiyê' heye ku Birêz Serokkomarê me pêşengiya wê dike, li aliyê din jî 'Şebekeya Komkujiyê' heye ku Netanyahu serkêşiya wê dike.

Ev şebeke dê li pêşberî dadgeha mirovahiyê hesab bide."

Çi bûbû?

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû armanc û gotibû:

Di bin serokatiya min de, Îsraîl dê şerê xwe yê li dijî rejîma terorê ya Îranê û wekîlên wê bidomîne.

Ev yek berovajiyê Erdogan e ku alîkariya wan dike û heta welatiyên xwe yên Kurd jî qir dike."

Pişt re Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz jî bi zimanekî wiha Erdogan wekî "pilingê ji kaxezê" pênase kiribû.

Katz, operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan jî wekî "qirkirinê" bi nav kiribû.

Katz gotibû, “Endamekî Birayên Misilmanan, kujerê Kurdan, radibe Îsraîla ku xwe li hemberî hevkarên wî yên di Hemasê de diparêze, bi komkujiyê tometbar dike.

Îsraîl dê bi hêz û biryardarî xweparastinê bidomîne. Dê baştir be ku Erdogan rûne, bêdeng bimîne û dengê xwe neke.”