Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) raporeke 99 rûpelî pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kiribû, naveroka wê raporê diyar bû
Rapora ku ji şeş beşan pêk tê, ji paşxaneya dîrokî ya pirsgirêkê heta sererastkirinên yasayî gelek pêşniyaran li xwe digire.
"Pirsgirêkê pîvaneke herêmî wergirtiye"
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di beşa paşxaneya dîrokî û siyasî ya raporê de hatiye diyarkirin ku pêkhateya dewletê ya navendî û yekperest a Tirkiyeyê nasnameyên cuda red kirine û vê yekê Pirsgirêka Kurdan kûrtir kiriye.
Hat destnîşankirin ku pirsgirêk îro gihiştiye asteke herêmî ku bandorê li rojeva hemû Rojhilata Navîn dike.
Di raporê de amaje bi nêrînên şahid, pispor û saziyên sivîl hat kirin û hat gotin ku wêraniya pêvajoya pevçûnan êdî nayê domandin.
Hat diyarkirin ku mesele ne tenê "pirsgirêka ewlehiyê" ye, di heman demê de pirsgirêka demokratîkbûna siyasî, çandî û aborî ye.
Paradîgmaya nû û mînakên cîhanê
DEM Partiyê diyar kir ku aştî tenê nayê wateya bêdengbûna çekan; edalet, pirrengî û beşdariya demokratîk esas e.
Di raporê de mînakên Afrîkaya Başûr, Îrlanda û Kolombiyayê hatin bibîranîn û hat gotin ku Tirkiye dikare modela xwe ya aştiyê ya xweser bi pêş bixe.
Hat diyarkirin ku ji bo çareseriyê divê ziman û sazî li ser bingeha "lihevkirin û naskirinê" ji nû ve bên avakirin.
Rola Abdullah Ocalan
Yek ji beşên raporê li ser rewşa Abdullah Ocalan bû.
Ocalan wekî "yek ji aktorên sereke" yên pêvajoya aştiyê hat pênasekirin û ji bo ku pêvajo bi pêş ve here ev pêşniyar hatin kirin:
- Divê Ocalan di şert û mercên azadtir de tevkariyê li pêvajoyê bike.
- Divê zemîneke yasayî were amadekirin da ku saziyên fermî, akademîsyen, saziyên sivîl û rojnameger karibin rasterast pê re hevdîtinê bikin.
Daxwazên reforma yasayî
DEM Partiyê destnîşan kir ku ji bo çareseriyê pêdivî bi paketeke berfireh a hiqûqê û "Yasaya Entegrasyona Demokratîk" heye. Sererastkirinên bilez ên di raporê de ev in:
- Divê di TMK (Yasaya Têkoşîna bi Terorê re), TCK, CMK û Yasaya Înfazê de reformên azadîxwaz bên kirin.
- Divê dawî li tayînkirina qeyûman were anîn.
- Divê girtiyên nexweş werin berdan.
- Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihanîn û mexdûriyetên KHKyê bên çareserkirin.
- Divê mafê perwerde û xizmeta bi zimanê dayîkê di bin ewlehiya yasayî de be.
- Divê Komîsyona Têkoşîna bi Cudakariyê re were avakirin.
Bandora aştiyê ya li ser aborî û herêmê
Di raporê de hat diyarkirin ku eger aştî pêk were dê lêçûnên ewlehiyê kêm bibin, çandinî, geştyarî û hilberîn zindî bibin û ev yek dê hêviya ciwanan a ji bo paşerojê zêde bike.
Her wiha hat diyarkirin, Tirkiyeyeke ku Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bike dê li Rojhilata Navîn bibe modeleke demokratîk û di têkiliyên dîplomatîk de hêzê bi dest bixe.
"Werin em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin"
Rapor bi banga peymana civakî ya ji bo hemû aktoran bi dawî bû:
“Banga me ji bo aştiya mayînde avêtina gavan û avakirina Komara Demokratîk e ku banê pirrengiyê ye ne yê yekperestiyê, yê demokrasiyê ye ne yê otorîteriyê.
Werin em sedsala duyem a Tirkiyeyê li ser bingehên aştî û biratiya gelan ava bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse