Hewlêr (Rûdaw) - Nîqaşên ku piştî biryara a li ser Kongreya 38emîn a CHPyê dest pê kirine kûrtir dibin.
221 kesan ku di nav wan de parlamenter û senatorên berê hene, daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Wan bi vê daxuyaniyê bangî birêvebiriya partiyê kir ku herî dereng di nava 45 rojan de kongreya awarte pêk bîne.
Daxuyanî ji aliyê 221 siyasetmedarên ku di serdemên borî yên partiyê de cih girtine ve hatiye îmzekirin.
Siyasetmedara biryara darazê wekî destêwerdana li siyaseta demokratîk pênas kir.
Ew di wê baweriyê de ne ku nediyariya hiqûqî ya ku derketiye holê tenê bi vîna kongreyê dikare were çareserkirin.
"Nabe ku daraz bibe amûra dîzaynkirina siyasetê"
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî madeya 79an a Destûra Bingehîn pêvajoyên hilbijartinê di bin desthilata Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de ne.
Her wiha hat destnîşankirin ku biryarên YSKyê teqez in.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "destêwerdana li siyasetê ya bi rêya darazê ji bo pergala demokratîk mînakeke metirsîdar e."
Siyasetmedaran li ser vê mijarê ev tişt anîn zimên:
"Nabe ku daraza di bin kontrola desthilatê de bibe amûra dîzaynkirina siyasetê û destêwerdana nav kar û barên partiyan. Ev yek nayê qebûlkirin.
Çavkaniya yekane ya rewabûna siyasî vîna milet e.
Tunenaskirina vîna ku di sindoqan de derketiye holê, baweriya civakî ya li saziyên siyasî û edaletê ji binî ve dihejîne."
"Navnîşana çareseriyê kongreya awarte ye"
Parlamenterên berê diyar kir ku ji ber biryara darazê di nav CHPyê de "valahiyeke nûnertiya hiqûqî" çêbûye û ji bo ku ev valahî zererê nede partiyê, rêya yekane dîsa sindoq in.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev valahiya ku bi destê darazê hatiye afirandin, divê herî dereng di nava 45 rojan de bi kongreyeke awarte were dagirtin."
"Divê serkeftina partiya yekem were parastin"
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku CHP bi serokatiya Ozgur Ozel li seranserê Tirkiyeyê bûye "partiya yekem".
Siyasetmedaran da zanîn ku divê ew serkeftina siyasî ya ku di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de hatiye bidestxistin were parastin.
