Demîrtaş: Komara Tirkiyeyê, dewleta Kurdan e jî

13-03-2025
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş li ser pêvajoya nû got, “Dewleta Komara Tirkiyeyê, dewleta Kurdan e jî.”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku niha girtî ye derbarê pêvajoya nû nivîsek belav kir.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ew gav bi gav ber bi aştiyeke mezin ve diçin ku wê li ser Rojhilata Navîn û sedsala pêş bandor bike lê her kes bi şik û guman e û sedemên dîrokî û rojane hene.

Selahattîn Demîrtaş her wiha anî ziman:

“Zerera ku sedsale dewletê li Kurdan kiriye û serhildanên Kurdan ên li dijî dewletê kiriye, her du alî nikarin ji hev bawer bikin.

Her wiha sedemeke din jî li pêşiya me hilbijartineke girîng û îhtimala guherandina destûra bingehîn heye.

Ji ber hevpeymaniyên siyasî, qutubbûn û hesabên siyasî, alî ji hev bawer nakin.”

Demîrtaş li ser guhertina paradigmaya ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di banga xwe de behs kiribû got:

“Dewleta Komara Tirkiyeyê, dewleta Kurdan e jî.

Divê ez li ser gotinên Tirkên ku dibêjin, “Ma ne wisa ye?” yan jî Kurdên ku dibêjin, “Ev ti carî ne mimkun e.” fam bikim û van lê zêde bikim.

Kurd jî bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe dê bibin welatiyên asta yekem ên Komara Tirkiyeyê, xwediyê wê bin.

Wekî demên berê, ne hewce ye ku zimanê xwe, nasnameya xwe veşêrin, bêyî cudahî, bêyî tirs û wekî Kurd, bi Kurdmayinê wê bi dewleta Komara Tirkiyeyê re entegre bibin.

Divê dewlet jî êdî îdeolojiya fermî ya yekparêziyê bi temamî bide aliyekî û hemû deriyên xwe ji Kurdan re bi temamî veke; rêz li zimanê Kurdan, çanda wan, nasnameya wan bigire, wan di bin garantiya destûrî û yasayî de bin û li ser bingeha welatîbûna wekhev bingeha entegrasyonê ava bike.”

Temamiya nivîsa Selahattîn Demîrtaş:

“Metirse! Aşt be

Em gav bi gav ber bi aştiyeke mezin ve diçin ku wê li ser Rojhilata Navîn û sedsala pêş bandor bike, lê her kes bi şik û guman e.

Vê rewşa guman û şikê du sedem hene: yek dîrokî ye û ya din jî ya demê ye. Bi sedsalê ziyanên ku dewletê li Kurdan kiriye û serhildanên Kurdan ên li dijî dewletê kiriye, her du alî nikarin ji hev bawer bikin. Ev sedemeke dîrokî ye.

Li pêşiya me hilbijartineke girîng û îhtimala guherandina destûra bingehîn heye. Ji ber hevpeymaniyên siyasî, qutubbûn û hesabên siyasî, alî ji hev bawer nakin. Ev jî sedemeke niha ye.

Mafê min yê axaftinê  bi navê kesekî din nîne. Lê mafê min heye ku şîroveya tiştê ku bi 'guherandina paradîgmayê' hatiye qestkirin bikim. Niha bi destûra we, ez dixwazim vî mafî bi kar bînim û dîtinên xwe yên şexsî bi awayekî zelal parve bikim.

Di destpêka sedsala borî de, piştî Şerê Rizgariyê ku ji aliyê gelên Misilman ên Anatolyayê ve bi hev re hat meşandin, Komara nû ava bû û Kurd nehatin naskirin, Kurdan jî bi serhildanan bersiv dan. Ji serhildana Şêx Seîd a sala 1925an heta serhildana dawî ya PKK'ê, Kurdan bi zêdetirî 20 serhildanên mezin û piçûk hewl dan ku birêvebiriya xwe û dewleta xwe ava bikin lê di vê de bi ser neketin.

Di vê demê de, dewlet jî bi temamî wek 'dewleteke Tirk' hat avakirin û bû dewleteke xurt û mezin. Kurdan nikarîbûn dewleta xwe ya serbixwe ava bikin, lê li hember asîmîlasyon û nehiştinê berxwe dan û kanîbûn li ser lingan bimînin. Sed sal derbas bûn û Kurdan ji ber sedemên cuda ji Trakyayê heta Anatolyayê li her bajar û navçeyan belav bûn û li wir bi cih bûn, bi wî qasî 'xwecihî' bûn ku ew der wek welatê xwe dihesibandin.

Di vê sedsalê de, dewletê jî di nav de erdnîgariya Kurdî, xwe gihand her quncikê Tirkiyeyê û bi saziyên xwe bi cih bû. Carinan bi zorê, carinan bi neçarî û carinan jî bi dilxwazî, ev rewşa têkelkirinê gihişt astekê ku êdî veqetandina Kurdan ji Tirkan û dewletê, û veqetandina dewletê ji Kurd û Tirkan ne mimkun e. Ev rewşa di warê demografîk, çandî, aborî û siyasî de li Sûriye, Îran û Îraqê nayê dîtin. Li wan deran hîn jî homojeniyeke herêmî heye. Lê sosyolojiya Tirkiyeyê bi vî awayî bi eşkereyî ji her sê welatên din cuda ye.

Niha, bi germahiya metirsiyên global û herêmî û di bin ronahiya van rastiyan ên dîrokî û sosyolojîk de, pêdivî bi paradîgmayeke nû heye. Bi dubarekrina ya kevin, ne Kurd ne jî Tirk nikare bêhna xwe vede, xwîn û can berdewam e winda dibe. Şikandina xûyên sed salan, qalibên kevneşopî û tabûyan ne hêsan e. Nemaze dema ku bi vî qasî canê hêja ji her du aliyan hatibe windakirin, bi 'paradîgmayeke nû' derketin pêwîstî bi cesaret, fam û îradeyê heye. Lê heke em cesareta xwe dernexin holê, em ê ti carî ji vê gêjgerê dernekevin, û dema ku em hev biçilmisînin, em ê ji avdana aşê emperyalîzma global xilas nebin.

Va ye Ocalan û Bahçelî, wêrekiya xwe derdixin holê û ji metirsiyên mezin jî natirsin. Serokkomarê Erdogan jî piştgiriya vê îradeyê dike û metirsiyê digire ser xwe û ji pêşengiya çareseriyê dûr namîne. Bi heman awayî, Serokê Giştî yê CHPyê Özel, partiya avaker a Komarê, tevî hemû şertên xwe, ji beşdarbûna çareseriyê natirse.

Her çi qas em di girtîgehê de bin jî, ji me re dikeve ku em ji bo aştiyê bixebitin, tevî derfetên pir sînordar. Bi bawerkirina bedewiya aştiyê, bi ewlekirina hevûdu û bi piştgiriya herî bihêz li pişta vê, kirina tiştê pêwîst e.

Niha, em vê paradîgmaya nû veguherînin û mijarê zelal bikin.

Kurdan nikarin dewleta xwe ya cuda ava bikin, li her deverê Tirkiyeyê bi cih bûne, bi Tirkiyeyê re entegre bûne. Dewlet jî nikarîbû Kurdan bihelîne. Wê çaxê, em naverokê herî zelal a paradîgmaya nû ya ku daxwaza Kurdan ji bo dewletê û tirsa dewletê ji bo parçebûnê ji holê radike derbixin:

Dewleta Komara Tirkiyeyê, dewleta Kurdan e jî.

Divê ez li ser gotinên Tirkên ku dibêjin, "Ma ne wisa ye?" yan jî Kurdên ku dibêjin, "Ev ti carî ne mimkun e." fam bikim û van lê zêde bikim. Kurd jî bi nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe dê bibin welatiyên derecê yekem ên Komara Tirkiyeyê, xwediyê wê bin. Wekî demên berê, ne hewce ye ku zimanê xwe, nasnameya xwe veşêrin, bêyî ku bên tomarkirin, bêyî cudahî, bêyî tirs û wekî Kurd, bi Kurdmayinê wê bi dewleta Komara Tirkiyeyê re entegre bibin. Di van mijaran de, rêyeke dirêj hatiye qedandin.

Ji bo gelek Kurdan, dema ku êş û birîn hîna germ in, ev bawer nayê kirin, lê paradîgmaya nû ev e û divê her Kurd li ser asta hest, ramanî û çalakiyê xwe ji bo vê amade bike. Birayên me yên Tirk jî divê li şûna fikarê, bi hemû hêza xwe li vê pêvajoyê xwedî derkevin.

Divê dewlet jî êdî îdeolojiya fermî ya yekparêziyê bi temamî bide aliyekî û hemû deriyên xwe ji Kurdan re bi temamî veke; rêz li zimanê Kurdan, çanda wan, nasnameya wan bigire, wan di bin garantiya destûrî û yasayî de bin û li ser bingeha welatîniya wekhev zemînê entegrasyonê ava bike.

Tiştê ku ez ji paradîgmaya nû fam dikim ev e, îradeya ku Erdogan û Bahçelî li pişt disekinin, gotina Özel a "Ez soza dewletê ji Kurdan re didim" û banga Ocalan jî ev e.

Ji ber vê, Ocalan bi helwesteke zelal û bi biryar, bang li PKKê kir ku xwe fesih bike û jê netirse. Ji ber ku mirov li dijî dewleta xwe çekan bikarnayne, nabe bikarbîne. Dewlet jî li dijî welatiyên xwe yên eslî cudahî û zilmê nake, nabe bike. Divê dewlet jî girtîgehan tije neke, divê derî zûtir bên vekirin.

Hevpeymaniya nû ya Tirk - Kurd dê li ser vê bingehê were avakirin û bê pêşxistin û ev rewşa nû dê bandorê li ser Kurdên Sûriye, Îraq û Îranê jî bike. Êdî ti Kurd, li dijî dewleta ku tê de ye û li dijî Tirkiyeyê, nabe dijmin an jî gef. Dewleteke mezin û xurt wekî Tirkiyeyê, dê bibe dewleta hemû Kurdan jî.

Rêya tenê ya ji bo aramiya herêmî, aştî û pûçkirina lîstikên emperyalî ev e. Heke li Sûriye, Îraq û Îranê mafên Kurdan pêş bikevin, ev dê bi hevpeymaniya Kurd - Tirk, di dostanî û garantiya Tirkiyeyê de çêbibe. Ev rewş dê Tirkiyeyê jî, Kurdan jî, Tirk û hemû gelên herêmê jî mezintir û xurttir bike.

Êdî em ê qalibên kevn, raman û tirsan bişkînin û ber bi nû ve bi hev re gav biavêjin. Divê her kes ji bo vê amade be.

Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleta me hemûyan e. Bi vî awayî, erka demokratîzekirina Komarê jî ya me hemûyan e.

Em ê yên din bi hewl û dilê hevbeş gav bi gav bi hev re ava bikin ji ber ku êdî çek, xwîn, êş ji navê rabûye. Astengiya tenê li pêşiya me girêdayîbûna me ya bi ya berê re ye; em ê wê jî bi wêrekiyê ber bi ya nû ve veguherînin.

Bi aştiyê em hemû, em ê bi hev re bi ser bikevin.

Di dawiyê de;

Em li ser nirxandinên ku piştî banga Ocalan çêbûn, ji vê pencereyê jî binêrin, lê ji kerema xwe ji bîr nekin ku ev dîtinên min ên şexsî ne.

Ma şert hene? Di daxûyaniya bangê de şert nînin, lê pêwîstiyên hevbeş hene. Yanî ard heye, rûn heye, şekir heye, lê ji bo çêkirina helawê, beroş, kevçî, ocax jî divên. Ev ne şertên çêkirina helawê ne, pêwîstî ne. Bi vî awayî, divê were zelalkirin ku çek dê çawa û li ku derê bên danîn, rewşa hiqûqî û siyasî ya wan kesên ku çekên xwe danîn dê çawa be. Ji bo vê, avêtina gaveke hiqûqî û siyasî, pêwîstiyeke xwezayî ye.

Ma Ocalan dê beşdarî kongreya PKKyê bibe?

Heke hûn bibêjin jî "Beşdar bibe," Ocalan di van şertan de naçe Qendîlê. Ew ê bi derfetên teknîkên ragihandinê yên îroyîn peyameke ji kongreya PKKyê re bişîne. Lê di vê navberê de, divê astengiyên ser serdanên parêzer û heyetan li Îmraliyê rabin.

Ma Tirkiye ber bi dabeşbûnê ve diçe?

Na, berowajiya vê çêdibe. Egera Tirkiyeyeke ku dê demokrasî, aborî, aramî û refahê wê mezintir bibe, derdikeve holê.

Çima,  Tirk û Kurd di heman demê de kêfxweş dibin?

Erê, ji ber ku me bi sedan salan e, em di heman demê de kêfxweş dibin û me di heman demê de xemgîn bûn jî ji bîr kiriye, ev rewş hinek kesan bi guman dike. Lê ev pêvajo bi rastî ev e; em ê di heman demê de bi ser bikevin, em ê bi hev re xurttir bibin.

Belkî em nebin "neteweyek tenê" lê em ê bibin "neteweyeke yekbûyî". Wek hênarê; qaşila me ya hişk dê me ji derveyî biparêze, lê di hundir de, em ê wek dendikên hênarê bi hev re, li kêleka hev, hevaheng û zêde bin: pirî di nav yekîtiyê de.

Ji bo xelaskirinê;

Di ti qonaxê de li ser guherandina destûrê, hilbijartin, hevpeymaniyê wekî mijaran tu gotinek nehatiye kirin, bazarî jî nehatiye kirin.

Ligel vê, bi referansa girtina prensîbên demokrasiyê, DEMyê mafê xwe heye ku bi her kesî re hevdîtinan bike, hevkariyên siyasî û hilbijartinê bike. Ev maf meşrû ye, halal e jî wekî şîrê spî yê dayika wî. Ji bo vê, ne hewce ye ku ji kesî destûrê bistîne û dê nebe jî.

DEM Partî ne partiyeke ku dê ji demokrasî, mafên mirovan û azadiyên bingehîn tawîzan bide. Ji ber vê, hemû hevdîtin, lihevkirin û hevpeymaniyên wê li ser vê bingehê tên şeklandin.

Yanî, têkoşîna demokrasî, lêgerîn û avakirin dê bêguman berdewam bike, ji ber ku erka me hemûyan e ku em Dewleta Komara Tirkiyeyê bi demokrasiyê bitacdar bikin û wê di sedsala duyemîn de mezintir bikin.

Me dewlet bi hev re ava kir, em ê bi hev re mezin bikin, bi hev re birêve bibin û bi hev re demokratîze bikin. Ji ber vê, ez bang li Tirk, Kurd û hemû civakê dikim: Netirse! Aştî.

Bi rêzgirtina ji bîranîna hemû zarokên me yên windabûyî, şehîdên me û gaziyên me re, em bi hev re bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin