Navenda Nûçeyan – Serokê Peywendiyê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun got: “Tirkiye ketiye şerekî aboriyê. Em dê di şerê aboriyê de gel û dewlet bi hev re bi ser bikevin.”
Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê zêdebûna nirxê dolarê de daxuyaniyek da û got: “Li ser axaftina Serokomarê me operasyoneke xirab tê meşandin, ku serokomarê me vê êvarê li Trabzonê di daxuyaniya xwe de diyar kir 'bizanin ku xweragirhiştina vî miletî, ne tenê peywira me ye, peywira pîşesaz û bazirganan e jî. Egerna ez dê neçar bim ku planên B û C cîbicî bikim'.”
Altun diyar kir: “Ev operasyona xirab, beşek ji şerê aboriyê yê ye ku welatê me li hember wî rûbirû maye. Daxuyaniya serokomarê me ti car nayê wateya destdanîna ser hesabên mewdûatê. Gotinên serokomarê me li ser bihêzkirina aboriya Tirkiyê helwesta rijd a dewletê nîşan dide, tenê hişyariyek e li ser nehiştina derketina diravan ji welatê me.”
Serokê Peywendiyê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun herwiha got: “Tevî ku serokomarê me li ser senaryoyên planên B û C derbarê hûrgiliyan de ti zanyarî nedane, derxistina hinek senaryoyan, gelê me û aktorên piyasayê nîgeran dike û ev yek nayê qebûlkirin.”
Fahrettin Altun herwiha diyar kir: “Tirkiye şerekî aboriyê dide. Li hember wî jî aboriya me bihêz e, em dê di vî şerî de bi bihevrebûna milet-dewletê bi ser bikevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse