Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 salên dawî ji ber hejariyê 316 hezar û 738 xwendekaran dev ji dibistanê berdaye.
Krîza aborî û zehmetiya debarê herî zêde bandor li xwendekaran kiriye.
Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn li ser pirseke parlamenterekê ev amar eşkere kirin.
Li gorî amarên ku Yusuf Tekîn dane, du salên dawî 289 hezar û 413 xwendekarên zanîngehê neçar mane ku dest ji xwendinê berdin.
Bi xwendekarên lîsans û doktorayê re ev hejmar derketiye 316 hezar û 738 kesan.
Parlamentera CHPyê Alîye Tîmîsî Erseverê bal kişand ser sedemên vê yekê û got ku polîtîkayên şaş ên desthilatê bûne sedema vê encamê.
Erseverê diyar kir ku cihên dewletê yên ku xwendekar li wan bimînin têra xwendekaran nakin û got:
“Bihayê her odeyeke taybet mehane ji 12 hezar lîreyan dest pê dike û heta 65 hezar lîreyan diçe.
Ev yek encama polîtîkayên şaş ên desthilatê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse