Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê sedsaliya Şoreşa Cotmehê yan jî Şoreşa Sovyetê bi çalakiyên cuda cuda tê pêşwazî kirin. Di panel û konferansên ku bi vê armancê tên encam dan de, behsa meseleya serxwebûna Kurdistanê jî tê kirin. Gelek aliyên çepgirên Tirkiyê dibêjin “Şoreşa Cotmehê mafê dewletbûnê nas dike” lê heman alî di piştgriya serxwebûna Kurdan de dudil in.
Sedemîn salvegera Şoreşa Cotmehê anko şoreşa bolşevîkên Sovyetê li Tirkiyê jî gorî salên berê bi girîngiyeke zêdetir tê pêşwazîkirin û ji bo baştir fêmkirina bandora vê şoreşê ya li ser siyaset û civakê panel konferans û bernameyên cûr bi cûr têne encam dan.
Rêveberê Partiya Kedê Ayhan Aydogan ji Rûdawê re ragihand: “Şoreşa Sovyetê ne tenê bîraneneke romansî ye. Em nikarin hêza xwe ya niha tenê ji bo bîranînan xerc bikin. Bila hemû kes bizane ku kedkaran dîrokeke çawa nivîsiye. Em amade ne ku hêz û riha wê serdemê bikin pêgeha paşeroja xwe û em kar bikin.”
Di bîranên îsal de babetekî giring jî giştpirisya Başûrê Kurdistanê û Katalonyayê bûn. Yek ji mîrateyên Şoreşa Cotmehê jî destûra mafê diyarkirina çarenivîsa gelan e, lê çepgirên Tirkiyê li ser meseleya serxwebûna Kurdistanê hê jî xwedî helwesteke zelal nînin.
Akademisyen û Lêkolîner Îskender Bayhan diyar kir: “Parastina mafê çarenivîsa gelan, bêguman parastina mafê dewletbûnê ye jî. Lê ev yek nayê wê wateyê ku her neteweyek bibe dewlet. Ango hemû kêşeyên netewî bi dewletbûnê çareser nabin. Dibe ku aliyek mafê dewletbûnê qebûl bike lê di heman demê de li hember wî mafî bisekine jî.”
Di sedsalên derbasbûyî de şoreşa cotmehê bandoreke berbiçav li ser gelek tevgerên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê kiriye û di heman demê de hê jî li Tirkiyê bi dehan kom xwe weke şopînêrên aydolojiya şoreşa Cotmehê dibînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse