Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajo hatiye qonaxeke krîtîk û êdî ne behsa meh û hefteyan, behsa rojan tê kirin û yek ji mijarên sereke jî çarenivîsa gerîlayan e.
Pêvajoya pêvajoya çareseriya gihiştiye qonaxeke nû û krîtîk.
Desthilat ji bo çekdanîna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êdî ne meh û hefteyan, behsa rojan dike.
“Rojên pêşiya me dê gelekî girîng bin”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser çekdanînê got:
“Dema we cara yekem berî çend hefteyan ev pirs kir, min gotibû em hêvî dikin ev di nav çend mehan de pêk were.
Pişt re di civîna me ya dawî ya çapemeniyê de min got di nav çend hefteyan de.
Êdî em gihiştine qonaxekê ku dê di nav rojan de pêk bê. Ji ber vê yekê rojên pêşiya me dê gelekî girîng bin."
Li gorî agahiyên ku cara yekem Rûdawê belav kirine, heta 10ê vê mehê komek gerîla dê wekî nîşandana niyetpakiyê çekên xwe deynin.
Lê çarenivîsa wan û bi sedan gerîlayên din ên ku Enqere dixwaze çekên xwe deynin hîn jî nediyar e.
DEM Partî di vî warî de ji hikûmeta AK Partiyê li benda pêngavan e.
“Dê dîsa vegerin çeperên xwe”
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan ji Rûdawê re got ku ew gerîla dê dîsa vegerin çeperên xwe û wiha axivî:
“Dibêjin dê bi qasî 30 heta 40 kesan bi awayekî sembolîk çekên xwe li nêzîkî Silêmaniyê deynin û dê dîsa vegerin çeperên xwe.
Çima dê vegerin çeperên xwe? Ji ber ku di aliyê hiquqî de hîn jî bingehek nehatiye amadekirin.
Dema ew bingeh amade nebû ew nayên Tirkiyeyê. Çi dema di aliyê siyasî û hiqûqî de ew bingeh hat avakirin û yasa û destûr hatin guhertin, dê wê demê biçin Tirkiyê an jî cihekî din.”
Ji bo avakirina zemîna yasayî ya pêvajoyê û çarenivîsa gerîlayên ku çekan deynin çav li Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ne ku dê rojên pêşiya me were avakirin.
Li gorî DEM Partiyê, ew komîsyon dê ne tenê li ser mekanîzmaya çekdanînê, di heman demê de li ser gavên demokratîkbûnê, guhertina yasayan û çarenivîsa girtiyên siyasî jî bixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse