Li ser medya Tirkiye nuçe û geşedana ku îro bi berfirehî cih jê re hatiye veqetandin konferansa Rêxistina Hevkariya Îslamî ye. Piştî ku Serokê Amerîkayê Orşelîm (Quds) weke peytexta Îsraîl qebûl kir hewldanên dijber li asoya herî bilind, li Stenbolê berdewam dike.
Rêxistina Hevkariya Îslamî li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê kom dibe. Ji bo beşdariya vê konferansê serkirdeyên gelek welatan jî gihîştin Stenbolê.
16 jê serok dewlet, ji 48 welatan serkirde li Stenbolê dibin. Rojeva konferansê jî bi temamî mijara Orşelîm e. Beriya ku lûtke destpê bike, Recep Tayyip Erdogan doh êvar bi Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas re civiya. Çaverê ye ku hin biryarên balkêş û girîng ji konferansê derkevin.
Gelek rojnameyan jî manşetên xwe di derbarê vê mijarê de amade kirine.
Manşet:
Sabah: Dilê Qudsê li Stenbolê diavêje
Rojnameya Sabahê nivîsandiye: Di wê lûtkeyê de ku di bin serokatiya Erdogan de birê ve diçe, çaverê ye ku nexşerêyeke hevpar bê madekirin.
Yenî Şafak: Divê biryarên awarte derkevin
Derbarê lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî Yenî Şafakê jî gotiye: Divê hemû lîderên îslamî îro cîhanê matmayî bikin. Serkirdeyên ku li Stenbolê kom dibin: hun neçar in ku biryarên hanê bigirin: Divê hun li hemberî zilma li ser Qudsê yekser dest bi hewldanan bikin. Divê hun biryarên parastina Qudsê werbigirin û hema îlan jî bikin. Hun neçar in ku ji bo Qudsê amadekariyên siyasî û serbazî bidin destpêkirin.
Akît: Xiyaneta li Qudsê xiyaneta li îslamê ye
Rojnameya Akîtê jî heman mijar bi vî awayî kiriye manşet: Şeytanê mezin Amerî dixwaze ku Îsraîl ji siyonîzmê re bike peytext. Çaverê ye ku Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya ku îro li Stenbolê kom dibe helwesta xwe li hemberî vê eşkere bike. Rêxrawên medenî yên ku li hemberî biryarê çalakiyan li dardixin dibên, “Xiyaneta li Qudsê xiyaneta li îslamê ye”.
Ortadogu: Serbilind be alema Îslamê
Rojnameya Ortadogu jî dibêje: Rêxistina Hevkariya Îslamî, bi mebesta ku biryara Trump ya harkirina Îsraîlê binirxîne li Stenbolê kom dibe. Wezîrê Karên Derve Mevltt Çavuşoglu da zanîn ku daxwaza wan vegera Amerîkayê ya ji wê biryarê ye û got wê peyamên bi hêz ji lûtkeyê derkevin.
Milat: Şîrikên dagirkeriyê
Rojnameya Milatê jî wiha cih daye mijara navborî: Emerîka ya ku bi salan navbeynkariya gotûbêjên aştiyê di navbera Filîstîn û Îsraîlê de dikir, bi biryara ku Qudsê weke peytext qebûl dike ew rola xwe jidest da û bû şîrikê dagirkeriyê. Filistîniyan jî gotin berdewam ji berxwedanê re.
Yenî Soz: Qe nebe vêcarê egitbin
Helwesta kurdên medya civakî li ser Orşelîm
Li hemû welatên îslamê çalakiyên li hemberî biryara Trump berdewam dikin. Li çar perçeyên Kurdistanê jî hin xwepêşandan birêve diçin. Bi taybetî Kurdên ku li ser medaya civakî çalak in, di derbarê mijara Orşelîmê de du cor helwest nîşan didin. Beşek biryarê şermezar dikin û dibên Orşelîm a misilmanan e. Beşeke din jî dibê: Hemû dewletên ku welatê me dagir kirine misilman in. Hemû berê xwe didin Qudsê lê ya ku ji xwe re helal dibînin ji me re heram dibînin. Me dewletek jî nîn e. Çi ji me re Quds.
Lêkolîna rêxistina Amerîkî
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê kompaniya bi navê Pew ya Amerikî ve hatiye kirin, welatê ku li Rojhilata Navîn herî zêde bi bandor e Tirkiye ye. Lîderê ku herî zêde karîzmatîk û bi bandor tê dîtin jî Erdogan e.
Dîrîlîş Postasi: Alem-i Îslam hêviya xwe bi Tirkiyê ve girê da
Dîrîlîş Postasi di nûçeya xwe ya derbarê vê mijarê de dibêje: Li gorî rêxistina bi navê Pew ya Amerîkî Tirkiye ew welat e ku bandora xwe ya li Rojhilata Navîn her zêde kiriye. Li aliyê din derket holê ku ew kesên ku li serok dewletên wêlatên xwe jî heznakin, bi sempatî û hez li Erdogan dinêrin.
Takvîm: Ji sedî 66 Erdogan
Kompaniya Smerîkî li Rojhilata NAvîn anketek kir. Ji sedî 66 Erdogan derket.
Banga zêdekirina faîzan
Ji ber berzbûna dolar, zêdebûna enflasyon û bihabûna li nava Tirkiye gelek derdor banga wê yekê dikin da ku banka navendî asta faîzan bilind bike. Lê Erdogan bi tundî careke din dijberiya xwe ya li hemberî vê eşkere kir.
Milliyet: Fişara faîzan beyhûde ye
Milliyet wiha behsa vê mijarê kiriye: Erdogan got ew hewlên manîplasyonî yên ji bo zêdekirina faîzan hewlên beyhûde ne.
Doza Riza Zarraf
Doza Riza Zarraf ya ku li Amerîkayê berdewam e bi îtiraf û belgeyên nû di rojevê de mayînde ye. Herî dawîn polîsekî kevn ê Tirkiye li xwe mikur hat. Wî di derbarê Zararf û Tirkiye de hin îdiayên nû bi dadgehê re parve kirin.
Yenî Birlik: Xiyanet hate zimên
Yenî Birlik wiha behsa wî polîsî kiriye: Polîsê kevn û endamê FETOyê Huseyîn Korkmaz reva xwe ya ji Tirkiye û birina belgeyan ji bo Amerîkayê ji dadgehê re vegot.
Akşam: Nivîsî, revand û bû şahid
Huseyîn Korkmaz endamê FETOyê yê firarî li dadgeha li New Yorkê axivî. Yilmaz çawayiya komploya 17/25ê û birina wan belgeyan bo Amerîkayê vegot.
Star: Ji kuryeyê FETOyê îtirafa sîxuriyê
Rojnameya Starê nivîsandiye: Di îtirafên Huseyîn Kormaz endamê FETOyê ku li Emerîkayê bi biryara skandalane ya Berman li xwe mikur hat, eşkere bû ku wî ji bo DYA yê sîxurtî kiriye.
Seredana Pûtîn
Seredana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a ji bo Enqereyê di medya cîhanê de cihekî berfireh girtiye. Rojnameya Vatan jî manşeta xwe li ser vê danî ye.
Vatan: Ya ku dixwest bidest xist
Rojnameya Vatanê di manşeta xwe de wiha nivîsandiye: Hevdîtina Erdogan û Pûtîn ya dohî li ser medya rojavayî bi şiroveya ‘ya ku dixwest bidest xist’ cîh digire. Li gorî vê, wê PYD di lûtkeya Soçiyê de nebe û herwiha Rûsya jî ji bo operasyona li hemberî Efrînê sinyala şîn dide.
Karar: Li Maseyê farmûla kurdan ya bêyî PYDê
Karar wiha cih daye serdana Pûtîn: Beriya lûtkeya Soçiyê ku dê çarenivîsa Sûriye bête gotûbêjkirin, Tirkiye peyamên zelal dan Rûsya da ku PYD xeta sor a vî welatî ye. Di rewşa heyî de alternatîfa kurdên ku ne bi ser PYDê ve ne derketiye pêş. Enqere ji bo formûla nû sînyala şîn pêxist û lîsteya derdorên ku ji bo lûtekyê bêne vexwendin pêşkêşi Rûsya kir.
Turkiye: Kurdên mexdûr li maseyê ne
Rojnameya Turkiyê dibêje: Erdogan û Pûtîn lihev kirin. PYD wê li lûtkeya çarenûsa Sûriye nebe. Kurdên ku PKK zilmê li wan dike jî ewê li lûtkeyêbin.
Mîllî Gazete: Fabrîkatorê terorê
Mîllî Gazete dibêje: Naveroka plana Trump ku gotibu emê dawî li çekdayîna YPGyê bînin eşkere bû. Amerîka ya ku piştgiriya terorîstan dike, piştî şandina çekan vêcarê jî fabrîqeya çekan ava dike. Amerîkayê dest bi xebatan kiriye da ku li Efrîna ku di destê YPGê de ye fabrîqeyeke mayîn û topan ava bike. Bi vê gavê Emerîka bû fabrîkatorê terorê.
Hilbijartinên pêşwext
Gotegotên di derabrê hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiye careke din hate rojevê. Aydinlik îdiayeke tîne ber xwînêrên xwe.
Aydinlik: Sinyalên hilbijartina pêşwext
Rojnameya Aydinlikê li ser hilbijartinên pêşwext nivîsandiye: Nîqaşên hilbijartina pêşwextmohra xwe li gotûbêjên mûçeya 2018an xist. Tê payîn ku hilbijartinên pêşwext di 15ê Tîrmehê de bên kirin. Va ye sinyalên hilbijartina pêşwext.
Ozgurlukcu Demokrasî: Girêfeka Tecîtê vekin
Vê rojnameyê jî nivîsandiye: Tecrîta li Îmraliyê ku weke çareseriya li Tirkiye, Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn e dawî li sebrê tîne. Derdorên cihê nîşan didin ku tecrîda li Ser ocalan pêvajoyê dixitimîne. Li aliyê din bêdengiya CPT jî tê şermezarkirin.
(A.B)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse