Tirkiyê lastîkên zivistanê li ser otomobîlan ferz kir
Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê bi hatina demsala zivistanê û barîna berf û baranê rê metirsîdar dibin û rêwîtî dikeve xeterê, lê îsal Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyeyê bi biryarnameyek bikaranîna lastîkên zivistanê ferz kiriye daku rê li zêdebûna bûyerên trafîkê bigire.
Li Bakurê Kurdistanê demsala zivistanê dest pê kir û li gelek bajaran berf û baraneke dijwar dibare. Dema zivistan dest pê dike, rêwîtî dikeve xetereyê.
Van rojan li navendên sazkariya lastîkan, xebatên guhertina lastîkan li gorî çend hefte berê du qat zêde bûye.
Ew yek piştî biryara Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyeyê tê, ku bi biryarnameyek li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lastîkên zivistanê li ser xwediyên otomobîlan ferz kir.
Otomobîlên ku ketine ber vê biryarê ger lastîkên zivistanê bi kar neynin dê 625 Lîreyê Tirk cezayê pere bidin.
Wezareta Veguhestinê ya Tirkiyeyê diyar kiriye, ji bo ku qeza çênebin û ewlehiya mirovan bê parastin, ev biryar daye.
Lastîksaz (Hosteyê Lastîkan), Mikaîl Ezîn“Du taybetiyên girîng ên lastîkên zivistanê hene. Di nava wan de madeya slîkayê heye. Heta 1,6 mîlîmetreyan kûrahiya kertikên wê hene. Lastîkên zivistanê ji ber vê madeyê û van kertîkan li ser berfê naşemite. Bi van lastîkan mirov dikare xwe ji qezayên berfê û baranê biparêze.”
Li gorî pisporan xwediyê seyareyan lastîkên zivistanê heta 30 hezar kîlometreyan dikarin bi hêsanî bi kar bînin. Lê di riyên nexweş de carna ev lastîk zûtir jî dihelin. Bi cîhazeke biçûk a lastîksazan mirov dikare bizanibe ka ev lastîk bi kêr tê an na.
Bajarên Amed û Êlih û hin bajarên din ên ku berf lê kêm dibare heta niha neketiye ber vê biryarê. Lê dema berf bibare walîtiyên van bajaran dikarin vê biryarê li van bajaran jî ferz bikin.
Teknîsyenê Mekanîk ê Seyareyan Merwan Erkîs dibêje: “Li Amedê tenê ji bo wesayîtên bazirganiyê ev lastîk mecbûrî ne. Lê em ji bo hemû kesan lastîkên zivistanê pêşniyar dikin. Hûn bi lastîkên havînê nikarin biçin bajarekî berfê û hûn ê ceza bixwin. Sibê li navenda Amedê berf bibare ev qanûn dê li Amedê jî bê ferzkirin.”
Ligel ku heta niha ev biryara wezaretê ji bo seyareyên taybet ên nava bajêr nehatiye wergirtin, lê beşek ji xelkê ji bo ewlehiya jiyana xwe lastîkên zivistanê li seyareyên xwe didin. Ew ji biryarê kêfxweş in.
Ehmed Suvereg dibêje: “Lastîkên zivistanê pir rind in. Ji bo canê te, ji bo malê te, ji bo qezayê, ji bo her tiştî gelek baş e.”
Welatî Erafad Yîgîd ragihand: “Lastîkên zivistanê baş in. Em jî li wesayîta xwe didin.”
Hacî Heme Xelîl jî dibêje: “Canê mirov ji her tiştî girîngtir e. Divê mirov timayiyê neke û lastîkên baş lê bide. Ji bo ewlehiya mirov, malbata mirov pir girîng e.”
Biryara Wezareta Veguhestinê ya bikaranîna lastîkên zivistanê dê heta 1ê Nîsana 2020an berdewam bike. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 4 sal in ku ev biryar tê cîbicîkirin. Ji wê rojê heta niha qezayên ku zivistanê ji ber lastîkan qewimîne ji sedî 90 kêm bûne.