HDP: Bila dewlet jî û PKK jî gavên aştiyê bavêjin.

Amed (Rûdaw) -  Cîgirê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Yildirim bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a ETAyê da û got, bila dewlet jî PKK jî ji bo aştiyê gavan bavêje.

 

Cîgirê Koma HDP'ê ya Parlamentoyê Ahmed Yildirim, ji Amedê bi rêya Rûdawê bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan.

 

Ahmet Yildirim, li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê ku Erdogan gotibû "Bila PKK jî weke ETAyê çekên xwe deyne", ji Erdogan xwest bila eşkera bike ka PKK dê çawa çekan deyne.

 

Yildirim, da zanîn ku ew jî dixwazin êdî ji bo bidestxistina mafan çek û riyên leşkerî ji holê rabin û wiha axivî:

 

"Di qada mafgerînê de em jî dixwazin êdî çek, rê û rêbazên leşkerî bila ji holê rabe. Lê ev yek gav bi gav dibe. Gerek dewlet jî gavan bavêje û PKK jî gavan bavêje. Lê gavên yek alî nerast e û nameşe.

 

Me di 2013an, 2014 û 2015'an de jî ev yek tecrûbe kir. Herdu alî jî di serî de bila niyate xwe aşkera bikin. Eger niyet baş be, êdî gavên pratîk bi rihetî dikarin bavêjin. Ne hewce ye ETA, TAMÎL, Afrîkaya Başûr û Kolombiya mînak bigrin. Bila bi modelek biratiya kurd û tirkan, biratiya hemû gelên li Rojhilata Navîn pêk bê û dîroka aştiyê binivîsin. Dîroka me ji hemû beşên cîhanê cuda ye, bila çareseriya me jî cuda be."