Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di meha Cotmehê de 5 hezar û 893 xanî bo biyaniyan hatine firotin û herî zêde welatiyên Îranî xanî kirîne. Piştî Îranê jî herî zêde welatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq, Erebistana Siûdî, Îmarat, Lubnan, Cezayîr û Lîbya li Tirkiyê xaniyan dikirin.
Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) amarên rêjeya firotina xaniyan di meha Cotmehê de eşkere kirin.
Li gor amarên TUIKê firotina xaniyan li gor heman meha par %14.9 zêde bûye û di eha Cotmehê de bi giştî 137 hezar û 401 xanî hatine firotin.
Herî zêde li parêzgeha Stenbolê xanî hatine firotin û herî kêm jî li parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.
Di Cotmehê de li Stenbolê 26 hezar û 41 xanî hatine firotin û li Colemergê jî tenê 22 xanî hatine firotin. Di firotina xaniyan de piştî Stenbolê jî Enqere û Îzmîr cih digrin.
Di Cotmehê de rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî %12.1 zêde bûye. Di meha Cotmehê de 5 hezar û 893 xanî bo welatiyên biyanî hatine firotin.
Welatiyên Îranê di kirîna xaniyan de bi hezar û 265 xaniyan di rêza yekem de cih digrin û welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê jî bi kirîna 926 xaniyan di rêza duyem de cîh digrin. Di rêza sêyem de jî bi 543 xaniyan welatiyên Rûs cih digirin.
Herwiha rêjeya firotina xaniyan bo biyaniyan di mehên Çile û Cotmeha 2021ê de li gor heman mehên sala par %38 zêde bûye û di vê heyamê de 43 hezar û 372 xanî hatine firotin. Welatiyên biyanî herî zêde li Stenbol, Antalya û Enqerê xanî kirîne.
Li Tirkiyê li gor yasayan kesên biyanî ku bi 250 hezar dolaran (2 milyon û 500 hezar lîreyê tirkî) xanî an erd bikirin mafê welatîbûna Tirkiyê bi dest dixin. Di serî de Îran herî zêde welatiyên Rojhilata Navîn ji bo welatîbûna Tirkiyê werbigirin xaniyan li Tirkiyê dikirin. Piştî Îranê jî herî zêde welatiyên Herêma Kurdistanê, Iraq, Erebistana Siûdî, Îmarat, Lubnan, Cezayîr û Lîbya li Tirkiyê xaniyan dikirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse