Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê rapora xwe ya bi navê "Rapora Pêvajoyê" pêşkêşî raya giştî kir.
Di raporê de daxwaza "Yasaya Aştiyê" û naskirina "Mafê Hêviyê" yê ji bo Abdullah Ocalan derketin pêş.
Endamên DEM Partiyê yên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de hat avakirin, raporek amade kir.
Rapor ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî manîfestoyekê tê dîtin.
Rapor wê heyama ku 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê kiriye û heta fesixkirina PKKyê ya Gulana 2025an ajotiye dinirxîne.
Her wiha ji bo avakirina aştiyeke mayînde ya hiqûqî û civakî banga "Yasaya Aştiyê" û "Entegrasyona Demokratîk" dike.
DEM Partiyê bi rapora 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an bîlançoya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û vîzyona paşerojê bi raya giştî re parve kir.
Ev pêvajo armanc dike ku pirsgirêka Kurdan a sed salî ji zemîna tundiyê derxe û bikişîne zemîna siyasî û hiqûqî.
Di raporê de Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî mîmarê pêvajoyê tê nîşandan.
Her wiha tê gotin ku divê ji bêdengbûna çekan (aştiya negatîf) wêdetir, gavên şênber bên avêtin da ku li ser bingehê welatîbûna wekhev "aştiya pozîtîf" were avakirin.
Xala werçerxana dîrokî: 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an û paşê
Rapor, destpêka pêvajoyê wekî 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an qebûl dike ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî bi destê koma DEM Partiyê re girtibû û paşê bangî Abdullah Ocalan kiribû.
Piştî van gavan pêvajo bi van qonaxên krîtîk tê kurtkirin:
- Piştî tecrîda 43 mehan, serdana Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan a 23yê Çiriya Pêşîn a 2024an a Îmraliyê û peyama Abdullah Ocalan a "Eger şert û merc pêk werin, hêza min heye ku ez vê pêvajoyê bikişînim zemîna hiqûqî û siyasî."
- Banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an a bi rêya şandeya DEM Partiyê ya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" û fermana danîna çekan/fesihkirinê ya ji bo PKKyê.
- 12ê Gulana 2025an, ragihandina PKKyê ya di Kongreya 12an de ku rêxistin fesih kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî aniye.
- 11ê Tîrmeha 2025an, şewitandina sembolîk a çekan li Silêmaniyê.
Binesaziya hiqûqî ya çareseriyê: "Yasaya Aştiyê" û "Mafê Hêviyê"
Beşa herî balkêş a raporê guherînên yasayî ne ku ji bo mayîndebûna aştiyê têne pêşniyarkirin.
DEM Partî daxwaza derxistina "Yasaya Aştiyê" dike ku navê wê "Yasaya Entegrasyona Demokratîk" e. Xalên wê yên sereke ev in:
Entegrasyona tam: Beşdarbûna bi rûmet a kesên çek danîne, yên li sirgûnê û girtiyên siyasî bo jiyana civakî û siyasî.
Rakirina darizandinên taybet: Rakirina Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) û dadgehên rayedarên taybet û vegera li hiqûqa gerdûnî.
Mafê hêviyê: Di serî de Abdullah Ocalan, ji bo kesên cezayê muebbetê yê girankirî xwarine, naskirina "Mafê Hêviyê" li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û misogerkirina yasayî ya îhtimala azadbûnê.
Paqijkirina sîcîlê: Bidawîkirina lêpirsîn û dozên têkildarî pêvajoya şer ji bo civakîbûna aştiyê.
Bidawîanîna qeyûman û avakirina demokrasiya herêmî
Di raporê de, aktîvkirina birêvebiriyên herêmî wekî gaveke bingeh tê pênasekirin.
Di vê çarçoveyê de tê xwestin ku danîna qeyûman demildest bi dawî bibe û hevşaredar û endamên meclisan ên hilbijartî û yên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe.
Rapor tekez dike ku ev ne tenê "veger" e, di heman demê de nîşaneya rêzgirtina dewletê ya ji bo îradeya herêmî ye.
Her wiha tê pêşniyarkirin ku çekinceyên li ser 'Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê' bên rakirin.
Tê destnîşankirin ku ev gav dê xweseriya îdarî û darayî ya rêveberiyên herêmî xurt bike û beşdariya demokratîk berfireh bike.
Mafê zimanê dayikê yê di raya giştî de û xizmeta pirzimanî
Rapor mafê zimanê dayikê wekî mafekî raya gişyî pênase dike.
Tê xwestin ku astengiyên yasayî û fiîlî yên li ber bikaranîna Kurdî û zimanên din ên li Tirkiyeyê di warê perwerde, tenduristî, daraz û xizmetên kamûyî de bên rakirin.
Naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, xizmeta pirzimanî li nexweşxane û şaredariyan û mafê parastin û darizandina bi zimanê dayikê wekî pêşniyar cih digirin.
Tê gotin ku divê zimanê dayikê di qada kamûyî de êdî wekî "zimanê nenas" neyê dîtin.
Welatîbûna wekhev û azadiya baweriyê
Bicihanîna prensîba "welatîbûna wekhev" a di destûra bingehîn de di navenda raporê de ye.
Tê xwestin ku dewlet nêzîkatiyeke wekhev nîşanî hemû bawerî û nasnameyan bide.
Pêşniyarên şênber ên wekî naskirina cemxaneyan wekî îbadetxane û rakirina dersa olî ya mecbûrî hene.
Rapor diparêze ku pênaseya welatîbûnê ya nû ya ku cudakariyê sûc dibîne û hemû bawerî û nasnameyan di bin ewlehiya destûrî de hîs dike, dê bibe çîmentoya komara demokratîk.
Reforma darazê û serweriya hiqûqê
Di raporê de tê xwestin ku daraz ji amûreke zexta siyasî derkeve û vegere normên hiqûqa gerdûnî.
Bicihanîna demildest a biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (bi taybetî dozên Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş û Doza Geziyê) tê xwestin.
Her wiha tê tekezkirin ku divê prosedûra Saziya Bijîşkiya Dadî ya ji bo girtiyên nexweş li gorî mafên mirovan be.
Mekanîzmayên heqîqet, rûbirûbûn û dadmendiya çêker
Rapor diyar dike ku aştiya mayînde bi pêçana birînên borî pêkan e û pêşniyar dike ku di bin banê Parlamentoyê de "Komîsyona Heqîqet û Dadmendiyê" were avakirin. Gavên şênber ev in:
Kujerên ku kiryarên wan nediyar: Ronîkirina cinayetên ku kujerên wan nediyar û windakirina bi darê zorê, darizandina faîlan û bidawîkirina polîtîkaya bêcezakirinê.
Rûbirûbûna dîrokî û mafê şînê: Aşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Nûrsî û radestkirina wan bo malbatan; naskirina mafê şînê ji aliyê dewletê ve.
Cihên hafizeyê: Veguhertina Girtîgeha Nimre 5an a Amedê û cihên mîna wê bo "Mûzeya Şermê" û navendên hafizeyê.
Veger û qerebûkirin: Misogerkirina vegera ewle ya bo gundên ku hatine valakirin, avakirina binesaziya gundan ji aliyê dewletê ve û qerebûkirina zererên mexdûran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse