Stenbol (Rûdaw) - Bangeşa hemû partiyan a hilbijartinan bi hemû lez û rengên xwe berdewam dike. Li Tirkiyê civak amadekariya hilbijartinên pêşwext dike. Partiyên opozisyonê hewl didin ku desthilatê ji AK Partî werbigrin lê desthilat û alîgirên wê jî her tiştî dikin bi armanca parastina xwe û mana li cihê xwe. Du dengdêrên Saadet û HDP jî ku herdû jî opozîsyon in, sedem û bingehên dengdana xwe ya ji partiyên xwe re ji Rûdawê re tînin ziman .
Muzaffer Guneş 71 salî ye û mamosteyê berê ye, bi salan e li Elmanya dijî, 6 mehan tê Tirkiyê û 6 mehan li wir dimîne. Dema li vir e jî bi piranî beşdarî xebatên bangeşeya HDPê dibe. Sedema HDPyîbûna xwe û pêşbîniyên xwe wiha rave dike.
Muzaffer Guneş dibêje: “Çima HDP? Hemû soz û gotinên partiyên din ên di derbarê azadiyê de bi ya min pûç in. Lê HDP ez di wê baweriyê de me ku hemû reng û deng û cudahiyên welêt di nava xwe de dihewîne. Ji ber ku azadiyê ji bo herkesî dixwaze, ez dibêjim HDP.
Her partiyek di sozên xwe de pirsa herî lezgîn diyar dike û çareseriyekê nîşan dide. Li gorê dengdêrê HDPê, pirsa herî lezgîn ev e.
Guneş diyar kir: “Bi rastî ev pirsa te pir zehmet e. Ew qasî kêşe hene meriv nizane kîjanê bide herî pêş. Lê ji bo min yar herî girîng mijara azadiyan e. Azadiya derbirînê, ya perwerde, tenduristî, geşt û hemû azadî.”
Recep Yilmaz jî 49 salî ye û bavê du zarokan e. Ew jî dengdêrê Patiya Saadetê ye. Xelkê Çankiriyê ye û ew jî niha bêhtir dema xwe ji bo bangeşeya Saadetê xerc dike. Sedem û daxwazên wî jî ne kêm in ji yên dengdêrên partiyên din.
Recep Yilmaz dibêje: “Niha çi di warê siyasetê de, çi di warê aborî û pêwendiyên derve de ketiye nava tengasiyê. Pêdiviya welêt bi bang û dengekî nû heye. Em jî xwediyê helweste netewî yên rastî ne û ew xwîn û dengê nû, em in. Ji ber vê Saadet.
Partiya Saadetê di warê pirsa Kurd de pêngaveke balkêş avêt. Bi Kurdî bangeşeyê dikin û mafên Kurdan weke mafên rewa bi nav dike. Di nava soz û pirsên lezgîn de ku bêne çareserkirin, pirsa kurd jî cîh digire.
Yilmaz eşkere kir: “Yekemîn kêşeya Tirkiye ew cihêkarî ye. Xelk bûye du cebhe. Em weke pirsa lezgîn bi dawîanîna vê dixwazin. Piştre jî dadwerî û aborî tê. Pirsa Kurd jî helbet lezgîniyek e. Cihê çareseriya vê pirsê jî ne HDP lê Saadet e.
Saadet ku koka wan û Ak Partiyê yek e, beşeke girîng ji opozisyonê li xwe digire. HDP jî tevî ku herdû bereyan ew li derve hiştine, mifteya encamê di destê xwe de digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse