Erdogan: Em ji bo rawestandina şer hewlên xwe berdewam dikin

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îsraîl Îran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em ji bo rawestandina êrîşên ne mirovî yên li dijî Xezze, Sûriye, Libnan, Yemen û Îranê her tiştî dikin û em dê berdewam bin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di civîna Koma AK Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Erdogan di axavtina xwe de behsa şerê Îsraîl û Îranê kir.

Erdogan diyar kir ku divê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê rawestin û mafekî rewa û hiqûqî ye ku Îran li hemberî êrîşên Îsraîlê xwe biparêze.

Erdogan got, “Di serî de Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî li hember êrîşa Îsraîlê bêdeng e.

Em ji bo rawestandina şer hewlên dîplomatîk berdewam dikin."

Erdogan ragihand ku Tirkiyeyê li dijî metirsiya êrişan di warê çek û pîşesaziya parastinê de projeya niştimanî bi pêş xistiye û divê ew wiha xwe bihêz bikin ku kesek fikra êrişa ser wan di mejiyê xwe re jî derbas neke."

Recep Tayyip Erdogan wiha pê de çû:

"Wekî pevçûnên din ên ku em di 23 salên dawî de rûbirû bûne, em êrişên terorî yên Îsraîlê yên li ser Îranê jî ji nêzîk ve dişopînin.

Derbarê bandorên van êrişan ên li ser Tirkiyeyê hemû sazî û hevalên pêwendîdar li ser kar in.

Li dijî her rewşa neyînî û senaryoyan me amadekariyên xwe kirin û em dikin.

Carekê divê bila her kes vê yekê bizane, em dikanekê bi rê ve nabin, em yek ji welatên herî mezin ê cîhanê Tirkiyeyê bi rê ve dibin.

Ezmûna me ya dewletê û dîroka me ya kevin ji bo rêvebirina vê pêvajoyê referansa me ya herî mezin e.

Tevî cîranê me Îran hemû welatên li herêma me divê ji tiştên diqewimin dersan wergrin.

Eger li dijî êrişên Îsraîlê dixwazin tedbîrên hevbeş bên wergirtin, divê herkes kumê xwe deyne ber xwe û bifikire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst