Tirkiye - Parlamenterên jin bi hev ketin: Parlamentera kurd rakirin nexweşxaneyê

19-01-2017
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê Şer Jin
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Parlamentoya Tirkiyê piştî ku parlamentera serbixwe Aylîn Nazliaka xwe bi kelepçeyê, bi kursiyê ve girêda, di navbera parlementerên jin de şer û pevçûn derket.

 

Di roja duyemîn a guhertina Destûra Bingehîn de li Parlamentoya Tirkiyê parlamentera serbixwe Aylîn Nazliaka xwe bi mîkrofona kursiyê ve girêda, li ser vê yekê di parlementoyê de gengeşî derket.

 

Piştî ku protestoya Nazliaka demeke dirêj ajot, parlamenterên jin ên Ak Partiyê, çûn derdora Nazliaka û gengeşî dest pê kir.

 

Gengeşiya navbera parlamenterên jin, mezin bû û şer derket. Parlamentera CHPê Şafak payev li erdê ket û hin parlamenter jî pihîn li Parlementera HDPê Pervîn Buldan xistin.

 

Hate diyarkirin ku ji ber pihînan Pervîn Buldan rakirine nexweşxaneyê û proteza milê Şafak Payev derketiye.

 

Parlamenterên jin ên CHP û HDPê piştî bûyerê bertek li parlamenterên AK Partiyê nîşan dan.

 

Herwiha Nazliaka anî ziman û got: “Bi vê çalakiyê min xwest dengê xwe bigihînim parlamenterên MHPê. Min da nîşandan ku dikarin bêjin `Na` û dîrokekê binivîsin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst