Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Sûdanî Salma Îshaqê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL/RSF) ên paramilîter, di nava du rojên ewil de li Faşîra paytexta parêzgeha Darfura Bakur a li rojavayê Sûdanê 300 jin kuştine û destdirêjî li 25 kesan kiriye.
Îshaqê diyar kir ku jin beriya ku bên kuştin rastî "êrişa zayendî, tundî û şkenceyê" hatine.
Wezîrê her wiha got, "Hemû jinên li bajêr rastî tundiya zayendî û kuştinê tên.
Ti jin, heta zarok jî, ne parastî ne” û da zanîn ku hejmara bûyerên destdirêjiyê yên ku hatine belgekirin gihiştiye 25an.
Salma Îshaqê her wiha ragihand, "Nûçeyên derbarê destdirêjiya li rojnamegerên jin de hene û ev sûc ji raya giştî re eşkere bûne.”
Wezîrê anî ziman, "Li pêş çavên dayikên wan destdirêjiya zayendî li zarokan jî hatiye kirin û dayikên wan hatine kuştin. Her kesî van dîmenan di vîdeoyan de dît.”
“Ev paqijkirina etnîkî ya sîstematîk e”
Îshaqê bal kişand ser tundiya fîzîkî ya ku bi heqaretên nîjadperestî li dijî jinan tê kirin û got:
"Ji ber ku rêya di navbera her du bajaran de bûye 'rêya mirinê', her kesê ku ji Faşîrê ber bi Tawîlayê (Darfura Bakur) ve bi rê dikeve di bin metirsiyê de ye."
Wezîra Sûdanî got, “Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li hemberî jinên ku ji Faşîrê direvin, biçûkxistin û destdirêjiyê wekî amûrekê bi kar tînin”
Wê da zanîn ku li Faşîrê hîn jî malbat hene ku rastî şkence, biçûkxistin û tundiya zayendî tên.
Salma Îshaqê pê de çû, "Tiştên ku li Faşîrê diqewimin, çalakiyeke paqijkirina etnîkî ya sîstematîk e ku her kes bi bêdengiya xwe dibe hevparê sûc.”
Wezîrê hişyarî da û got, “Eger Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Faşîrê bimîne, dê her mirovê li Darfûrê tune bike.
Ev paqijkirineke etnîkî ya sîstematîk e û her kes bi bêdengiya xwe hevparê sûc e."
Sivîlên ku hewl didin birevin tên vegerandin
Komeke tenduristiyê ya Sûdanî jî Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên paramilîter bi desteserkirina bi hezaran sivîlan û astengkirina valakirina wan a ji Faşîrê, paytexta Darfura Bakur, tawanbar kir.
Tora Bijîşkên Sûdanê di daxuyaniyekê de got, ew kom “desteserkirina bi hezaran sivîlan li Faşîrê didomîne û piştî ku dest danî ser hemû amûrên veguhestinê yên ji bo valakirina koçberan dihatin bikaranîn, rê li ber çûna wan digire.”
Her wiha hat gotin ku ew koma paramilîter kesên ku hewl didin birevin, di nav wan de birîndarên pevçûnên çekdarî û kesên ku ji ber kêmbûna xwarinê diêşin jî, vedigerîne.
Tora Bijîşkên Sûdanê rewşa li bajêr wekî "gelekî xirab" bi nav kir û amaje bi kêmasiya giran a dermanan û kêmbûna cidî ya karmendên tenduristiyê kir.
Hinek ji karmendên tenduristiyê hîn jî ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine desteserkirin yan jî revandin.
Tora Bijîşkên Sûdanê bang kir ku hemû sivîl demildest bên berdan, ji bo valakirina wan korîdorên ewle bên vekirin û rê bê dayîn ku rêxistinên alîkariya mirovî cenazeyên ku li derdora bajêr belav bûne veşêrin.
Çi bûbû?
Li gorî rêxistinên herêmî û navneteweyî, Hêzên Piştgiriya Lezgîn 26ê Çiriya Pêşîn Faşîr xist bin kontrola xwe û li dijî sivîlan komkujî pêk anîn.
Serokê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan Dagalo, qebûl kir ku ji aliyê hêzên wî ve "binpêkirin" hatine kirin û îdia kir ku komîteyên lêkolînê hatine avakirin.
Bi ketina Faşîrê re, Hêzên Piştgiriya Lezgîn kontrola her pênc parêzgehên Darfûrê bi dest xist, artêş jî 13 parêzgehên mayî, di nav de paytext Xartûm jî, kontrol dike.
Ji 15ê Nîsana 2023an û vir ve, artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn di nav şerekî de ne ku navbeynkariyên herêmî û navneteweyî nekarîne bi dawî bînin.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî û raporên herêmî, pevçûn bûye sedema kuştina 20 hezar kesî û koçberbûna zêdetirî 15 milyon kesî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse