Selçuk Mizrakli li jûra girtîgehê ya Selhattîn Demîrtaş bicih bû

19-02-2022
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Adnan Selçuk Mizrakli Edîrne Girtîgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û piştre hatibû girtin, li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê li jûra Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bicih bû.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û ji sala 2019an ve girtî ye, 4ê Sibata 2022ê bi daxwaza xwe bo girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê hatibû  veguhastin ku hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jî di wê girtîgehê de girtî ye.

Biryar bû Selçuk Mizrakli  piştî karantînayê li jora girtîgehê ya ku Selahattîn Demîrtaş lê dimîne bicih bibe. Mizrakli Îro 18yî sibata 2022ê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi rêya parêzerên xwe peyamek belav kir û ragihand ku ew li jora Selahattîn Demîrtaş bicih bûye.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di peyama xwe de dibêje “Vê êvarê li  hêviya min nesekinin. Bi hevalê Selahattin re xweş û geşa me heye. Em hundir, hun li derve. Nuçeyan ji ketilê bigirin.”

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de li ser lîsteya HDPê li Amedê ji sedî 62ê dengan bidest xistibûn û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.

Di 19ê Tebaxa 2019ê de ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Lê ji 21ê Cotmeha 2019ê û heta niha bi hincetên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst