Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê (YOK) beriya destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027an ji hemû zanîngehan xwest ku di merasîmên vekirinê û dersên yekem de armanca pêvajoya çareseriyê ji xwendekaran re bê vegotin.
Desteya Xwendina Bilind (YOK) bi îmzeya Serokê YOKyê Erol Ozvar nivîseke fermî ji hemû zanîngehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re şand.
YOKyê ji birêvebiliyên wan zanîngehan xwest ku derbarê pêvajoya çareseriyê de xwendekaran agahdar bikin û dersên xwe yên yekem ji bo vê mijarê veqetînin.
"Ji bo paşeroja welêt girîng e"
Desteya Xwendina Bilind di nivîsa xwe de diyar kir ku Tirkiye ji bo bihêzkirina aramî, ewlehî, yekîtiya neteweyî, biratî û hevgirtina civakî di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibe.
Di nivîsê de li ser armancên pêvajoyê hat gotin:
"Armanca 'Tirkiyeya Bêteror' a ku ji aliyê Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye diyarkirin, ji bo paşeroja welêt gelekî girîng e.”
YOKyê destnîşan kir ku divê zanîngeh bi rêya zanyariyên zanistî, şiyana lêkolînê û ezmûna xwe ya akademîk piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Her wiha ji rektortiyan hat xwestin ku ev mijar ji aliyê beşên wekî civaknasî, aborî, hiqûq, siyaset, çand û ewlehiyê ve bê nirxandin.
Banga lidarxistina konferans û atolyeyan
Ji birêvebiriyên zanîngehan hat xwestin ku ji bo dewlemendkirina vê pêvajoyê xebatên akademîk bimeşînin.
Di heman demê de hat xwestin ku di nava sala xwendinê de panel, konferans û atolyeyên zanistî li dar bixin.
Serokatiya Desteya Xwendina Bilind da zanîn ku vekirina sala xwendinê bi mijara "Tirkiyeya Bêteror" dê hişyariya xwendekaran a li ser vê mijarê zêde bike.
Li gorî daxuyaniyê, ev pêngav dê hesta biratî û yekîtiya navxweyî xurttir bike û aramiya civakî bi pêş bixe.
Di dawiya nivîsê de ji hemû zanîngehan hat xwestin ku di vê mijarê de hestyariya pêwîst nîşan bidin.



.jpg&w=3840&q=75)