Hewlêr (Rûdaw) –Endamê Komîsyona Çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyê Zîver Ozdemîr, diyar kir ku AKP dixwaze di nav Komîsyona Çareseriyê de MHP û CHP jî cih bigirin, lê ger ev her du partî endaman nedin jî ev yek dê bandoreke neyînî li xebatên wan neke.
Ji bo pêngava aştiyê ya destpê kiriye, di parlamentoya Tirkiyê de jî gavek ji aliyê Hikûmeta AKP’ê ve hat avêtin.Dest bi xebata avakirina Komîsyona Çareseriyê hat kirin. Hate diyarkirin ku nêzî 90 parlamenteran serî li rêveberiya AKP’ê dane ku di nav komîsyonê de cih bigirin. Di nav derdorên siyasî de tê gotin ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, lîsteyek ji bo vê komîsyonê pêşkêşî parlamentoyê kiriye û di di nav vê lîsteyê de, bi piranî parlamenterên kurd hene. Tê payîn ku navê Şêwirmendê Sereke yê Serokwezîr Yalçin Akdogan, parlamenterên wekî Nacî Bostanci, Mehmet Metîner, Fatoş Gurkan, Fatîh Çîftçî, Abdulkerîm Gok, Zîver Ozdemîr, Kerîm Yildiz, Îsmet Uçmak, Îdrîs Şahîn ji aliyê Serokwezîr ve hatine pêşniyarkirin. Parlamenterê AKP’ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr ku navê wî jî di nav vê lîsteyê de ye, ji Rûdawê re axivî.
Bi biryara Serokwezîr tê çêkirin
Ozdemîr da zanîn ku endametiya wî ya vê komîsyonê, hêj bi awayekî fermî nehatiye gotin û wiha got: “Lê bi fermî lîste dane serokê parlamentoyê. Di heftiya pêş me de gerek di desteya giştî de ev nav bên xwendin. Piştre ev komîsyon civîna xwe ya yekem çêke û berdewam bike. Serokwezîr û îradeya komê jî heye, lê bi biryara Serokwezîr ev komîsyon tê çêkirin.”
Çarçoveyek berfireh heye
Ozdemîr bi bîr xist ku di nav AKP’ê de 325 parlamenter hene, nêzî 50 ji wan Wezîr in ku di îdara grûbê de cih digirin. Li ser pirsa “We bi xwe ji bo vê komîsyonê serî lê da?” Ozdemîr ev bersiv da: “Di nav parlamenteran de serlêdan jî hebûn. Lê Serokwezîr bi xwe dibjêre. Sedema em di vê komîsyonê de cih bigirin, em parlamenterên vê herêmê ne. Di nav 30 salên dawî de, kuştin, koçberî û her mexdûriyet li vê herêmê bûye. Yek ji yên di vê komîsyonê de cih digre jî, em in.” Ozdemîr diyar kir ku komîsyon li gorî yasayên parlamentoyê, wê pêşî civîna xwe ya yekem çêke, rêzikname deyne, bi kî û kê re hevdîtin çêke, bi kî re biaxive, civînên gel, saziyên civaka sivîl, vana nîqaş bike. Li ser van hemûyan jî dê bê axaftin. Ozdemîr, destnîşan kir ku ev komîsyon hem bi îrada Serokwezîr, hem jî parlamentoyê tê çêkirin û wiha got: “Lewma jî dikare bi her kesî re jî danûstandin çêke. Ew selahiyet heye.”
Ferqa ji Komîsyona Aqilmendan
Ozdemîr, pirsa “Di navbera vê komîsyonê û komîsyona Aqilmendan de çi ferq heye?” wiha bersivand: “Ferqa vê komîsyonê ji komîsyona aqilmendan gelek e. Ev bi îrada parlamentoyê ye. Li gorî yasayên Tirkiyê ev komîsyon, bi îdara dewletê re, bi her burokratî re, bi emniyet, leşkerî, MÎT’ê, yanê bi hemû saziyên dewletê re di nav têkiliyê de ye. Dikare ewraqan, belgeyan bixwaze. Ya aqilmendan jî, tiştek bi dil, bi îrada xwe ye. Peywira wan ev e; Di nav gel de fikrên wan bistînin, vana bidin Serokwezîr û parlamentoyê. Lê ya parlamentoyê, dikare qanûnan jî bi parlamentoyê bide çêkirin.”
Dema xebata wê 3 meh e
Ozdemîr, got ku BDP’ê ji bo komîsyonê hê jî endam diyar nekiriye û wiha pê de çû: “Lê komîsyona parlamentoyê, li gorî hejmara parlamenterên xwe endamek an jî 4 endam didin. Yê BDP’ê jî yek endam e, lê hê diyar nekiriye. Di heftiya pêş me de ewê jî diyar bike. MHP û CHP endam diyar nekin jî, ev dê ji bo xebata komîsyonê nebe asteng. Lê ger ku her sê partiyan jî endam bidana, dê baştir bûya.” Ozdemîr da zanîn ku qewlêkomîsyonê,li gorî yasayan 3 meh e, ger ku serokê meclîsê daxwaz bike jî, ev dibe 4 meh.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse