Ozgur Ozel dê bi Devlet Bahçelî re bicive

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan CHP MHP Ozgur Ozel Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re dê bi serokê MHPyê Devlet Bahçelî re bicive.

Ozgur Ozel û Devlet Bahçelî dê sibê demjimêr 12:00an li Parlamentoya Tirkiyeyê bicivin.

Piştî 7 salan serokekî Partiya Gel a Komarî (CHP) bi serokê MHPyê re dicive.

Li gorî agahiyan, Ozel û Bahçelî dê mijarên di rojeva Tirkiyeyê de heyîn û guhertina Destûra Bingehîn ya ku hikûmeta Tirkiyeyê xistiye rojeva xwe gotubêj bikin.

Ozgur Ozel 2yê Gulanê piştî 8 salan wekî serokekê CHPyê bi Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

Ozel derbarê wê hevdîtinê de gotibû, “Di atmosfereke erênî de çêbû, ez hêvîdar im encamên wê yên baş hebin.”

Erdogan jî derbarê wê hevdîtinê gotibû, “Min ji Ozgur beg re got ku ez dê jî di derfeta ewil de seriyekî bidim wan ku pêwîstiya Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê bi wê yekê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst