Li Bodrumê belema koçberan binav bû

22-10-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bodrum Belem Koçber
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Bodrumê ya Tirkiyê, belema koçberên neyasayî binav bû, ku dixwestin biçin grava Kos a Yûnanîstanê û di encam de li nexweşxaneyê 2 zarokan canê xwe ji dest dan.

 

Li qezaya Bodrumê ya ser bi parêzgeha Mugla ya Tirkiyê, sibeha îro Duşembiyê belema koçberan binav bû, ku dixwestin bi rêyên qeçax derbasî grava Kos a Yûnanistanê bibin.

 

Li gorî agahiyan, hejmarek koçber ji aliyê welatî û polîsan ve hatin rizgarkirin û mirî û birîndar jî hene.

 

Hat zanîn ku zêdetirî 30 koçberan di belemê de bûne. Destpêkê welatiyan 3 zarok, 4 jin û 5 mêr rizgar kirine û piştre tîmên Ewlekariya Peravan gehiştin cihê bûyerê û 19 kes rizgar kirin.

 

Li gorî zanyariyan, rewşa 3 zarokên rizgarbûyî nebaş e û rewşa tendirustiya wan cîgir nîne.

 

Koçberên rizgarbûyî ji aliyê polîsan ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrumê hatin veguhestin û hewlên tîmên ewlekariya peravan jî berdewam in bo ditîna koçberên din. Lê hat ragihandin ku li nexweşxaneyê 2 zarokan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst