Erdogan: Heta niha 600 hezar Sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane

10-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heta niha 600 hezar Sûriyeyî ji Tirkiyeyê bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li paytexta Hindistanê bajarê Delhiya Nû piştî hevdîtinên Lûtkeya G20ê, civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên rojevê nirxandin.

Erdogan bal kişand ser pirsgirêka penaberan a li Tirkiyeyê û got:

“Heta niha ji wî welatî nêzîkî 600 hezar kesên xelkê Sûriyeyê bi daxwaza xwe vegriya ne welatê xwe.

4 milyon Sûriyeyî çûne Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

Erdogan got ku li gorî dahatê di cîhanê de welatê ku herî zêde alîkariyê dike welatî wî ye û wiha pê de çû:

“Nêzîkî 4 milyon kesên mexdûr û bêguneh hatine welatê me. Em li wan xwedî derdikevin.

Piştî pakkirina bakurê Sûriyeyê ji rêxistinên terorîstî, bi alîkariya welatên bira em li wê navçeyê yekeyên nîştecîbûnê ava dikin.

Em wan sedemên ku xelkê neçarî koçê dikin ji kokê ve çareser dikin.

Heta niha nêzîkî 600 hezar Sûriyeyî di nav ewlehiyê de, bi daxwaza xwe bi awayekî rêzdarane vegeriyane welatê xwe. Bi saya projeyên me ev hejmar dê zêdetir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst