Berpirsên CHPyê yên Amedê bersiv da Umît Dîkbayir: Kurd gelekî qedîm e
Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Rêxistina CHPyê ya Amedê Şaban Kocakaya li ser gotinên Umît Dîkbayir ên bi rengê “Tiştekî bi navê gelê Kurd tune” bertek nîşan da.
Kocakaya got, “Kurd yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn in. Ne bi gotina hinekan hene û ne jî bi gotina hinekan tune dibin.”
Serokê rêxistina CHPyê ya Sûrê Erdem Unal jî bangî Dîkbayir kir û got, “Ez ji Dîkbayir re pêşniyar dikim ku biçe parlamentoyê û di girtenameyên ewil ên parlamentoyê de girtenameyên Gazî Mustafa Kemal Ataturk ên li ser Kurdistanê bixwîne û li arşîvan binêre.”
Parlamenterê Sakaryayê Umît Dîkbayirê ku ji ÎYÎ Partiyê hatibû îxrackirin û derbasî CHPyê bûbû, rojên borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Kurdan û pêvajoyê de parvekirinek kiribû.
Dîkbayir gotibû, “Li Tirkiyeyê objeyeke siyasî ya cuda ya bi navê ‘Gelê Kurd’ tune” û wiha pê de çûbû:
“Li Tirkiyeyê welatiyên me yên bi eslê xwe Kurd hene. Tabloya ku îro wekî ‘Meseleya Kurd’ datînin pêşiya me, tabloyeke ku ji îradeya Kurdan çêbûye nîne.”
“Kurd bi gotina hinekan tune nabin”
Şaban Kocakaya ji Rûdawê re axivî û got, “Gotinên Umît Dîkbayir ên li ser Kurdan, ên li ser dîroka Kurdan wî eleqedar dikin.
Rêziknameya sereke ya Partiya Gel a Komarî diyar e, bernameya wê diyar e, nêrîna wê ya li hemberî Kurdan diyar e.”
Kocakaya di berdewamiyê jî de got, “Kurd yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e.
Kurd ne bi gotina hinekan hene û ne jî bi gotina hinekan tune dibin.
Ew her tim hebûne dê ji vir û pê de jî hebin. Desthilata temsîlkirina Partiya Gel a Komarî di destê Serokê Giştî de ye. Em bi vê nêrînê lê dinêrin.”
“Nijadperestî daket qadan”
Li aliyê din, Erdem Unal jî di serî de dirûşmên kirêt ên alîgirên Bursasporê yên li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê rexne kirin.
Unal got, “Nijadperestiya ku li dijî Leyla Zanayê dest pê kir daket qadan” û diyar kir ku partiya wî biratî û pêkvejiyana Kurd û Tirkan a bi sedan salan diparêze.
Birêvebirê CHPyê Unal got,“ Umît Dîkbayir ji rastgiriyê û ÎYÎ Partiyê tevlî me bû. Wî gelparêziya partiya me ji bîr kiriye û li ser bingeha koka xwe ya siyasî diaxive."
Em partiyeke sosyal sosyalîst in. Ev avahiyeke ku li xeta me nayê. Em li vê derê wekî gelê Kurd xwedî li hemû nirxan derdikevin.
Em xwedî li welatê xwe derdikevin. Em hêvî dikin ku di vê demê de her kes berpirsyariya xwe zanibe, gotinên xwe hilbijêre û biaxive.
Ez bawer nakim ku di partiya me de tiştekî wiha were qebûlkirin.
Ez ji Dîkbayir re pêşniyar dikim ku biçe parlamentoyê û di girtenameyên ewil ên parlamentoyê de zabitên Gazî Mustafa Kemal Ataturk ên li ser Kurdistanê bixwîne û li arşîvan binêre.
Ev gel bi hezaran sal in heye. Ji Selahedînê Eyûbî heta îro. Dê piştî îro jî wekî gel hebe.
Em dê vê biratiya xwe, vê pêkvejiyana xwe ti carî di destê kesî de nehêlin û em dê gav bi gav ber bi aştiyê ve herin.”
"Divê partiya me bi Dîkbayir re biaxive"
Unal diyar kir ku CHP dê di mijarên wekî demokratîkbûn, welatîbûna wekhev û perwerdeya bi zimanê dayîkê de tevkariyê li çareseriya Pirsgirêka Kurdan bike û li ser gotinên Dîkbayir wiha got:
“Ez vê yekê wekî daxuyaniyeke bêbext qebûl dikim. Ez pêşniyar dikim ku partiya me vê yekê baş lêkolîn bike.”
Erdem Unal her wiha got, “Erdnîgariya Kurdan ji 4 perçeyên mezin pêk tê. Kurdistana Îranê, Kurdistana Îraqê, Kurdistana Sûriyeyê û Kurdistana Tirkiyeyê.
Divê em li Komara Tirkiyeyê ku em herî zêde xizmên hev in, hînî bihevrejiyanê, bihevreşerkirinê û bihevreparvekirinê bibin.
Ez pêşniyar dikim ku her kes berpirsyariyê bigire da ku êşên bi salan hatine jiyîn careke din neyên jiyîn, bi taybetî ji deriyê ku Birêz Devlet Bahçelî vekiriye.
Ez pêşniyar dikim ku Navenda me ya Giştî jî teqez bi Umît Dîkbayir re biaxive.”